Kovara ‘El Oma El Dîmoqratiye’ li Qahîreyê derket

Hejmara yekemîn a kovara El Oma El Dîmoqratiye li Qahîreyê derket. Kovar ji aliyê gelek akademîsyen, nivîskar û rewşenbîrên Misirê ve hatiye amadekirin ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan lêkolîn kirine.

Kovara ‘El Oma El Dîmoqratiye’ li Qahîreyê derket
22 tebax, 2024   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de bi çavdêriya mamosteyê dîroka nûjen ê Zanîngeha Demenhûr a Misirê Prof. Mihemed Rifet El Îmam û bi beşdariya gelek akademîsyen, nivîskar û rewşenbîrên ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan lêkolîn kirine, hejmara yekemîn a kovara ‘El Oma El Dîmoqratiye’ (Neteweya Demokratîk) li Qahîreyê derxist.

Prof. Mihemed Rifet El Îmam ji ANF`ê re axivî û der barê kovarê de got: "Ev demeke difikirim ku kovareke çandî ya têkildarî kar û barên kurdî û têkiliyên erebî-kurdî, ramanên Rêber Abdullah Ocalan çêkim. Ji ber ku ev kesayet xwedî bandoreke mirovî ye ku sînoran û kêmneteweyan derbas dike û li seranserî cîhanê deng vedaye."

El Îmam behsa armanca kovarê kir û got: "Em dixwazin nêrîneke zanistî ya hevseng ji bo dozên Kurdan, Rojhilata Navîn û yên navneteweyî pêşkêş bikin. Ramanên Rêber Abdullah Ocalan, projeyeke giştî ye, ne tenê ji bo doza Kurd in lê ji bo dozên Rojhilata Navîn in jî. Di serî de doza Filistînê."

El Îmam têkildarî navê kovarê jî wiha axivî: "Me navê neteweya demokratîk hilbijart ji ber ku li kêleka azadiya jinan û zanista hawîrdorê mijara sereke ya projeya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan e. Armanca me kolana erebî û rewşenbîr in."

GOTARÊN DEWLEMEND

Di hejmara yekemîn a kovarê de, gelek gotarên girêdayî dozên bibandor ên ji pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatine wergirtin wek, `Ocalan… rola fikrî di rexnekirina dewletê de" ya lêkolîner Ehmed Mihemed Înbiyowe, gotara `Projeya ocalanî xala bingehîn a ji nû ve xwendina dîroka Rojhilata Navîn e` ya lêkolîner Dr. Elî Sabit Sabrî ye, gotara `Kurd dîrok û nasname… xwendina berhema zanistî di zanîngehên Misirê de` ya lêkolîner Hedîr Mesed Etiye ye.

Di kovarê de gotareke din bi sernavê "Destpêkê… Kurdistanê bû" ya profesorê dîrokê û xwediyê gelek nirxandinên rexnegiriyê û analîzkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan Dr. Seher Ehmed Hesen, gotara bi sernavê "99 sal di ser şoreşa Şêx Seîdê Pîran 1925 derbas bû" ya pisporê dîroka nûjen û modern Dr. Mihemed El Seyd Şilbî, gotara "Têbiniyên dawîn ên komîteya têkildarî îşkenceyê ya der barê rapora asayî ya 5`an a Tirkiyeyê de" ya nivîskar Aşreqet Mihemed El Îmam, gotara bi sernavê "Aloziya sivîl, çareseriya demokratîk li Rojhilata Navîn" ya nivîskar Şeyma El Şewarbî.

Lînka kovarê:

https://www.calameo.com/read/007700912b1db80b4e54e  

(şx)