Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî cih da tevliheviya li bajarê Derayê yê li başûrê Sûriyeyê û diyar kir ku rewşa tevlihev lawaziya "Ççreseriyên" ku Şamê bi çavdêriya Rûsyayê pêk anîne, nîşan dide.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
22 tebax 2024   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser tevliheviya li Derayê, dosyaya serokkomariya Lubnanê û rewşa Lîbyayê.

‘SÛRIYE: TEVLIHEVIYA EWLEHIYÊ LAWAZBÛNA ’ÇARESERIYÊN’ KU MOSKOVÊ SAZ KIRINE, NÎŞAN DIDE’

Rojnameya El Şerq El Ewsat cih da tevliheviya li herêmên ku hikumeta Şamê qaşo "çareserî" lê pêk anîne. Rojnameyê diyar kir ku li herêmên ku hikumeta Şamê "çareserî" lê pêk anîne, lawazbûna çareseriyên ku ji sala 2018’an ve bi çavdêriya Rûsyayê hatine kirin, nîşan dide.

Rojnameyê bi bîr xist ku li deverên ku çareserî lê hatine kirin, çek lê belav bûne. Rojnameyê behsa pêkanînên nerewa yên wekî qaçaxçîtî, revandin, şêlandin û gefxwarinên li sivîlan ku ji aliyê komên çekdar ên xwecih ên girêdayî hikumeta Şamê ve têne kirin, kir. Hate gotin, van kiryaran şerê navxweyî yê eşîrtî û malbatî kûrtir kiriye.

Rojnameyê cih da rewşa li bajarê Dera yê li başûrê Sûriyeyê û bi bîr xist ku ji nêzî 8 salan ve kuştin, teqandin, revandin û tundî nesekinîne û di mehên dawîn de zêdetir bûne.

Rojnameyê agahiyên xwe spartin çavkaniyên xwecih û diyar kir ku rejîma Şamê sûdê ji tevliheviya ewlehiya werdigire da ku zextê li şêniyan bike ku ji bo çekan ji dijberên xwe bistîne û wiha domand: "Ev rewşê aloztir dike, nemaze ku komên qaçaxçîtiya çekan ên ku roj bi roj hovtir dibin, belav bibin. "

Rojnameyê destnîşan kir ku çavdêr aloziya li herêmên "çareseriyan" dispêrin kêmbûna hêzên Rûsyayê li Sûriyeyê û mijûlbûna wê bi şerê li Ukraynayê ve, her wiha dispêrin aloziya têkiliyên Rûsya û Îsraîlê ku destekê dide Kîevê.

Rojnameyê bal kişand ser rola Îranê ya li Sûriyeyê û diyar kir ku Îranê sûd ji vê rewşê wergirt û komên alîgirên xwe li başûrê Sûriyeyê yên nêzî Îsraîlê bi cih kirin. Her wiha hate gotin, bi şerê li Xezayê re hêzên Moskovê wek çavdêr li nêzî girên Colanê belav bûne, bêyî ku bi awayekî çalak li ber aloziya li herêmên başûr bigirin. Li gorî rojnameyê ev jî lawaziya "çareseriyên" ku Moskovê saz kirine, îsbat dike.

‘DOSYAYA SEROKATIYA LUBNANÊ CAREKE DIN DERDIKEVE PÊŞ’

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser dosyaya serokatiya Lubnanê. Li gorî rojnameyê ku agahiyên ji çavkaniyên Koşka Bebedayê girtine, nûnerê DYA’yê Amos Hockstein di dawiya hefteyê de li Beyrûtê bi şandeya opozîsyona Lubnanê re civiya. Rojnameyê diyar kir ku Hockstein bi şandeya opozîsyonê re dosyaya hilbijartinên serokatiyê û pêwîstiya lidarxistina hilbijartina bilez a serokkomar vegot.

Rojnameyê îşaret pê kir ku tevî ku agirbesta li Xezayê û şerê li başûrê Lubnanê, ji bo pêkanîna biryara 1701’an a li gorî qonaxan girîngiya pêşxistina pêwendiyan rojevên hevdîtina her du aliyan bûn.

Li gorî rojnameyê, pêwîstiya pêkanîna biryara 1701’an û çareserkirina rewşa başûr bi serokkomarekî nû heye. Hate gotin: "Hikumeta demkî nikare dan û standinan bike, di heman demê de nikare serokkomar û hikumeke nû mecbûrî lihevkirineke bi vî rengî bike."

Rojnameyê bi bîr xist ku der barê girîngiya hilbijartina serokkomarekî nû yê Lubnanê de heman helwesta DYA’yê nîşan dabû.

‘LÎBYA: METIRSIYÊN RÛDANA ŞEREKÎ DI NAVBERA PARLAMENTO Û MECLISA SEROKATIYÊ DE’

Rojnameya El Beyan ku cih da aloziya Lîbyayê, diyar kir ku aliyên agahdar ên Lîbyayê, hişyarî da ku bi girtina qadên petrolê û benderan re şerekî kûr di navbera Meclisa Serokatiyê ya Trablusê û Parlamentoya li Bîngaziyê de biqewime.

Li gorî rojnameyê, çavdêr diyar dikin ku rewş hîna ne zelal e, lê di bin gefa aloziyekê de ye, dibe ku vegere rewşa beriya biryara agirbestê ku cotmeha 2020’ê li Cinêvê çêbûbû.

(bb)