Koşkarî hebûna xwe li herêmê diparêze

Koşkarî li ser pêdiviya civakê hebûna xwe di hemû şert û mercan de diparêze.

Koşkarî hebûna xwe li herêmê diparêze
31 gulan, 2026   05:55
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Koşkarî pêşiyeke kevnar li herêmê ye. Eger çente û pêlavên te ji hevdû vebin an biqetin ji bo tu ne avêje tu diçe gel koşkaran çente û pêlavên xwe didrû. 

Koşkarî wekî çand û huner li hemû bazarên bajarên Rojava heye. Li bazara Hesekê jî koşkarî heye û di hemû şert û mercan de dimîne. Pêlav û çente li gorî rewşa wan an bi makîne yan jî bi dest didrûnin.

Koşkar di karê xwe de emrazên weke çakûç, sindan, derzî, ta, kelim, cawbir û makîne bikar tîne.

Li Sûriyeyê dîrokeke koşkariyê ya kevnar heye. Ji çaxa Romaniyan heyanî niha didome. Bi taybet bajarê Şam û Heleb ên Sûriyeyê bi hunera koşkariyê têne naskirin û bazarên wan ên taybet hene.

Gotina koşkarî koka xwe ji zimanê somerî, akad û aramî digire. Her tim pêdiviya mirovan a pîşesazî û dirûtina pêlavên ji çerm pêk tîne. Her wiha koşkar ji bo dirûtina pêlav û çentan 10000-150000 lîreyê sûrî digre.

Elî Mihemed Eyo (43) salî ev bûye 30 sal koşkar e, 8 salan li gel mamosteyê xwe Ebû Xalid dixebitî heyanî ku fêrî hunera koşkariyê bû.

Eyo anî ziman ku xebatên wan di şer de lewaz dibe lê bele dema ku bihabûn çêdibe karê wan zêde dibe.

Mihemed Abdulrezaq ev bûye 15 sal koşkare û ji bav û apanên xwe fêr bûye. Ew jî mîna hemû koşkaran bi hunera xwe debara jiyana xwe dike.

Li bajarê Hesekê pirsgirêka elektirîkê ya koşkaran heye. Makîneyên wan 3 empêran dixwin, wan jî elektirîk ji xwediyên jeneratoran kişandiye û her tim pirsgirêka wan a elektirîkê heye. Berhema xebatên wan ji sedî 50 ji bo elektirîkê tê dayîn.

(np)

ANHA