Rayedarê Amerîkî: Kesên tundrew li Îranê rêkeftinê asteng dikin

Rayedanr Amerîkî ji The New York Times`ê re gotin ku tundrewên li Îranê rê li ber gihîştina rêkeftinekê digirin.

Rayedarê Amerîkî: Kesên tundrew li Îranê rêkeftinê asteng dikin
30 gulan, 2026   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

New York Times ragihand ku Serokkomarê Îranê Pezeshkian li dijî medyaya dewletê şerekî siyasî dimeşîne ji ber propagandaya wê ya dijî danûstandinan.

Her wiha diyar kir ku tundrewên wekî serokê Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê, Îbrahîm Ezîzî, û cîgirê sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî, Elî Baqirî Kani, rê li ber rêkeftinê digirin.

New York Times destnîşan kir ku Baqirî Kani endamê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî tekane kes bû ku nameya ji Mojteba Xameneyî hatiye şandin û piştgirî dide danûstandinan, qebûl nekiriye.

Rojnameyê got kir ku Baqirî Kani serokê parlamentoyê û serdankarê Îranê, Baqir Qalibaf, bi nermbûna zêde li hember Amerîkiyan tawanbar kir û name bi medyayê re parve kir da ku danûstandinan têk bibe.

(k)