Li baxçeyên Xabûrê çandina darên fêkiyan geş bûye

Piştî zivistaneke bi baran, li caxçeyên Xabûrê demsala çinîna pelên tirî geş bûye. Cotkaran banga piştgirîkirina sektora çandiniyê kirin.

Li baxçeyên Xabûrê çandina darên fêkiyan geş bûye
31 gulan, 2026   06:40
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Gundên li qiraxa Çemê Xabûrê yên di navbera bajarên Til Temir û Hesekê yek ji  deverên çandiniyê yên herî naskirî li herêmê ne. Şêniyên herêmê bi giranî wekî çavkaniya sereke ya dahata xwe xwe dispêrin çandiniyê bi taybet çandina darên fêkî.

Cotkar Ebas Şemdîn, ku xwediyê baxçeyekî fêkiyan li gundê Til Sexrê yê li rojavayê Hesekê ye, got ku baxçeyê wî yê fêkiyan yek hektar e û bi rez û darên zeytûnê hatiye çandin.

Şemdîn destnîşan kir ku ev demsal li gorî salên berê ji ber barana zêde ya îsal baştir e û got "Demsala çandiniyê ji ber barana zêde baş e, lê ji ber nexweşiyên ku bandorê li darên zeytûn û tirî dikin, hin pirsgirêkên hilberînê hene. Lê dîse jî em geşbîn in ku berhem dê îsal baş be."

Şemîdn da zanîn ku ji sedî 80 berhema fêkî îsal baş e, lê hewceyê çavdêrî û lênêrîna domdar in, hem di warê avdanê de û hem jî di warê dermankirina nexweşiyên çandiniyê de.

Şemdîn her wiha got "Niha, demsala çinîna pelên tirî ye. Hemû xwediyên baxçeyên fêkiyan li kêleka Çemê Xabûr rojane çinînê dikin. Berhem li bazara bajêr tê firotin, lê tevgera bazarê hinekî kêm e."

Ebas Şemdîn diyar kir divê sektora çandiniyê were piştgirîkirin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Divê Rêveberiya Çandiniyê piştgiriyê bide baxçeyên fêkiyan û cotkaran û derman û semadê bi bihayên erzan peyda bike. "

(k)

ANHA