Koordînasyona Jinan a MSDˊê xebatên xwe nirxandin û plana 2026ˊan danî

Koordînasyona Jinan a MSDˊê di civîna xwe ya salê de plansaziya xwe ya 2026ˊan pêşkêş kir. koordînasyonê di plansaziyê de bal kişand ser xurtkirina têkiliyan, damezrandina toreke jinan a Sûriyeyê, aktîvkirina peywendiyê bi înîsiyatîfên jinan re û destpêkirina diyalogan di navbera jinên ji Sûriyeyî de.

21 kanûn, 2025   18:02
HESEKÊ

Koordînasyona Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi amadebûna hevseroka MSDˊê Leyla Qereman, endamên Koordînasyona Jinan, nûnerên ji partiyên siyasî civîna xwe ya salê li hola MSDˊê ya Hesekê li dar xist.

Di destpêka civînê de hevseroka MSDˊê Leyla Qereman axivî. Leyla diyar kir ku "Li pêş me qonaxeke nû heye, di vê qonaxê de guhertina hevsengiyên navneteweyî li gel parastina yek blokî heye.

Li asta herêmî, Leyla diyar kir ku Tirkiye li pêş pêvajoyek nû ye ku bi banga Aştiyê re dest pê kir, yan wê bi awayekî cidî ji vê pêvajoyê ve nêz bibe û banga Aştiyê bibersivîne yan wê bikeve rewşeke kaos û parçebûna hundirîn.

Têkildarî rewşa Sûriyeyê jî, Leyla diyar kir ku li gel derbasbûna salekê di ser hilweşîna rejîma Baasê re, lê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tu çareseriyeke rasteqîn ji êşên Sûriyeyiyan re pêk neanîn û gavên wê yên hundirîn hîna kêm in. Leyla anî ziman ku rewabûna derve di aliyê rewabûna hundirîn de pratîze nebûn, hêmanên şoreşê hîna temam nebûne, ji ber ku hîna dûrxistin û paşguhkirinê li şûna demokrasî û aştiyê serwer in.

Leyla da zanîn ku ji bo avakirina destûreke ku mafên Sûriyeyiyan ên sivîlane û demokrasî biparêze pêwîstî bi yekitiya Sûriyeyiyan û hêzên siyasî heye. Ji bo wê jî şertê bingehîn ê jinûve avakirina dewletê nenavendîbûn e û divê jin di hemû warên avakirinê de beşdarek aktîv be.

Der barê neavêtina gavên cidî ku wê zehmetî dewam bikin de leyla hişyarî da û destnîşan kir ku peymana 10ˊê Adarê temsîla pêvajoya damezrîneriya nû dike ku agirbestê, temsîlkirina tevahî pêkhateyan û misogeriya vegera koçberan di nava xwe de dihewîne.

Leyla anî ziman ku divê sala 2026ˊan bibe sala aramî û beşdariya rasteqîn a tevahî pêkhateyan li gel xurtkirina hevgirtina jinan û ciwanan ji bo avakirina eniya demokrasî ku bikaribin guhertina armanckirî pêk bînin.

Beşdaran jî destnîşan kir ku hîna piştî hilweşîna rejîma Baasˊê Sûriye di rewşa kaosê de ye, li şûna guhertina rasteqîn, komkujî, sûcên qetilkirin û talankirinê çêbûn.

Beşdaran diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hewla ber bi avakirina dewleteke demokratîk a pirreng de yên herî cidî ne û ji bo misogeriya ewlehî û aramiyê divê bendên peymana 10ˊê Adarê bi cih werin.

Bi rêya zoomê jî nûnera MSDˊê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Sînem Mihemed axivî. Sînem diyar kir ku hîna xîtaba baviksalarî li Sûriyeyê serwer e, divê ji gotinên kîndariyê bi dûr bikevin. Sînem anî ziman ku heta guhertina têgehên girêdayî jinan û nêrîna li wan ku rola wan a rastîn di civak û siyasetê de misoger bike çênebe, ne pêkan e bê gotin şoreşa Sûriyeyê.

Piştî axaftinan rapora salê hat xwendin. Civîn bi plansaziya ji 3 mijarên sereke bi dawî bû û wiha ye:

NIVÎSGEHA JINAN:

Xurtkirina jiyan di aliyên siyasî û civakî de, berfirehkirina amadebûna wan di navendên biryardanê de.

Avakirina toreke jinan a Sûriyeyê ya berfireh bi rêya atolyeyên siyasî yên der barê danûstandin û analîzên siyasî û destûrê de.

Xurtkirina têkiliyan û gihandina hejmarek mezin a jinan bi rêya damezrandina toreke Sûriyeyê, komxebata giştî ya jinan, kampanyaya ragihandinê ya dîjîtal bi sernavê "Dengê te siyasî ye".

Avakirina platformên înteraktîfî (hevkarî) ya peywendiyê bi rêya medyaya dîjîtal ji bo pevguherîna pisporiyn jinan û siyasî.

NIVÎSGEHA RAGIHANDINÊ:

xurtkirina rola jinan bi rêya çêkirina diyalogên ragihandinê û hevdîtinên bi jinên bandorker re.

Pêşxistina lêkolînan û gotarên analîzî yên der barê paşguhkirin û temsîlkirina siyasî û yasayî.

Derxistina raporên periyodîk ji bo şopandina rewşa beşdariya siyasî û civakî.

Şopandina çalakiyên nivîsgeha jinan, alîgirî û bandorkirina li ser siyasetên giştî, xurtkirina têkiliyan bi rêxistinên navneteweyî û herêmî re.

NIVÎSGEHA JINÊN CIWAN:

Gihandina kesayetên ciwan ku bikaribin beşdarî xebata siyasî bin.

Peywendiya bi jinên ciwan re di hundir û derveyî Sûriyeyê de.

Perwerdekirina jinên ciwan ji bo erkdarkirina wan di cihên fermandariyê yên di nava sazûmaniya rêxistinî de li gorî hewcedariyên qonaxê.

(fr)

ANHA