Rêvberiya Xweser a Tebqayê civîna salane li dar xist

Di civîna salane ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê de plansaziya giştî ya sala 2026ˊan hat diyarkirin. Di plansaziyê de bal li ser piştgiriya beşên xizmetguzarî, tenduristî û perwerdehiyê, xurtkirina xebata rêxistinî, çavdêrî û pêşxistina rewşa jiyanî li tevahî kantonê hat kişandin.

Rêvberiya Xweser a Tebqayê civîna salane li dar xist
Rêvberiya Xweser a Tebqayê civîna salane li dar xist
Rêvberiya Xweser a Tebqayê civîna salane li dar xist
Rêvberiya Xweser a Tebqayê civîna salane li dar xist
Rêvberiya Xweser a Tebqayê civîna salane li dar xist
Rêvberiya Xweser a Tebqayê civîna salane li dar xist
Rêvberiya Xweser a Tebqayê civîna salane li dar xist
Rêvberiya Xweser a Tebqayê civîna salane li dar xist
Rêvberiya Xweser a Tebqayê civîna salane li dar xist
Rêvberiya Xweser a Tebqayê civîna salane li dar xist
Rêvberiya Xweser a Tebqayê civîna salane li dar xist
21 kanûn, 2025   19:27
TEBQA

Meclîsa Rêveber civîna salane ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê li Şanogeha Şehîd Musena Ebdulkerîm a Navenda Çandê ya Tebqayê li dar xist. Di civînê de hevserokên desteyên meclisan amade bûn.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endama Desteya Serokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger rewşa siyasî nirxandin û diyar kir ku rewşa giştî li Sûriyeyê hîna dûrî hêviyan in, ji ber destwerdanên derve bandoreke neyînî li ser siberoja welat dikin.

Der barê rewşa jinên ji Sûriyeyê de Zelal jinên ji Sûriyeyê bi yek dengî bang kir ku na ji qetilkirin, ne ji komkujî, ne ji fitneyê re, ev tevger jî gaveke girîng ber bi yekrêziya neteweyî ve ye.

Dûre cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantonê Semîra Hebeş nirxandina Rêber Abdullah Ocalan a li ser birêxistinkirina gelan û çareserkirina krîza Sûriyeyê xwend.

Hevseroka Meclisa Rêber Semer El Şehabî jî rapora salê ku tê de çalakiyên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê hebûn, xwend.

Piştî xwendina raporan sînevîzyonek li ser xebatên saziyên xizmetguzariyê di salekê de kirine hat pêşkêşkirin.

Dûre rewşa rêxistinî ya salekê, zehmetî û astengiyên sazî pê re rû bi rû mane li pêş ragihandinê girtî dewam kir.

Civîn bi plansaziya xebatê ya 2026ˊan bi dawî bû û wiha ye:

Piştgiriya beşên xizmetguzariyê li kantonê û dabînkirina piştgiriya xizmetguzariyê, bi taybetî ji bo xeta rojava û veqetandina budceya veberhênanê ya kantonê.

Li gorî hewcedariyê û di çarçoveya bernameyek perwerdehiyê ya yekgirtî de, ji bo hemû xebatkarên jin û mêr perwerdeya fikrî û meslekî werin vekirin.

Aktîvkirina navendên tenduristiyê li xeta rojava û piştgiriya beşa tenduristiyê bi hemû pêdiviyan, ji bo dagirtina kêmasiyên li kantonê û piştgiriya nexweşxaneyên giştî.

Aktîvkirina çavdêriya navxweyî di nava saziyên rêveberiyê de ji bo destnîşankirin û çareserkirina rasterast a şaştiyan.

Xebitîna li ser sererastkirina dibistanan, aktîvkirina sala xwendinê, telafîkirina kêmasiyên perwerdehiyê di nav bername û planên perwerdehiyê yên awarte de.

Amadekirina amareke berfireh ji bo kantona Tebqa û bajarên wê.

Piştgiriya beşa çandiniyê û cotkaran, pêşkêşkirina hêsanbûnên guncaw bi hevkariya aliyên pispor re ji bo zêdekirina rûbera kesk.

Lidarxistina hevdîtin û civînên giştî yên daîmî ji bo nirxandina rewşa xizmetguzarî û rêxistinî û pêşxistina planeke li ser bingeha daneyan.

Xebitîna ji bo bicihanîna projeyên veberhênanê yên 2026’an bi awayekî ku li gorî pêşaniyê xizmeta gel û kantonê bike.

Pêşxistina bernameyan li gorî guhertinên ku çêbûne û şopandina pêşketinên di warê siyasî, îdarî û rêxistinî de.

Avakirina nivîsgehên dozgeriya giştî li xeta rojava û deverên El Curniyê.

Temamkirina tayînkirinan û dagirtina valahiyên di nav deste û saziyan de.

Bicîhanîna qanûna bacê bi awayekî ku berjewendiyên welatiyan li ber çavan bigire.

Girîngîdayîna mekanîzmeya xebata gumrikê bi taybet baca li ser xurdemenî li gorî qanûnê.

Bac bê qanûn nabe.

(ac/fr)

ANHA