Malbatek ji Siwêdayê daxwaza berdana 2 zarokên xwe yên girtî kir

Çavkaniyên xwecihî yên ji bajarê Siwêdayê diyar kir ku 2 zarokên kêmtirî 16 saliyê di girtîgehên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de ne. Ew her du zarok di êrişa Tîrmehê ya li ser Siwêdayê de winda bûbûn, malbata wan tu agahî ji wê demê ve wernegirtine.

Malbatek ji Siwêdayê daxwaza berdana 2 zarokên xwe yên girtî kir
21 kanûn, 2025   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî yên ji Siwêdayê diyar kir ku malbatekê pişrast kir ku 2 zarokên wê yê winda di girtîgehên hikumeta veguhêz de ne. Çavkaniyan destnîşan kir ku malbat tu agahiyên der barê tenduristî û aqûbeta wan de nizane.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, zarokên bi navên Yenal Beşar El Hedad (15) û Qeys Beşar El Hedad (13) di girtîgeha Edra ya Şamê de ne, di êrişa Tîrmehê ya li dijî Siwêdayê de hatibûn girtin.

Çavkaniyên ji malbatê ve nêz da zanîn ku ev agahî tenê hatine wergirtin, lê tu agahiyên li ser aqûbet an jî tenduristiya wan de wernegirtine. Malbatê daxwaza berdana wan kir.

(fr)