Konvoyek leşkerî ya Îsraîlê li nêzî avahiya parêzgeha Quneytirayê bi cih bû

Konvoyek leşkerî ya artêşa Îsraîlê li ser rêya di navbera bajarokê Hemîdiyê û avahiya parêzgeha Quneytirayê ya başûrê Sûriyeyê de, bi cih bû.

Konvoyek leşkerî ya Îsraîlê li nêzî avahiya parêzgeha Quneytirayê bi cih bû
25 gulan, 2025   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Konvoyek leşkerî ya artêşa Îsraîlê li ser rêya di navbera bajarokê Hemîdiyê û avahiya parêzgeha Quneytirayê ya bajarê Quneytirayê yê başûrê Sûriyeyê de, bi cih bû.

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku ew konvo ji 14 wesayîtên leşkerî, di nav de 3 tankên cûreya Merkava hene, pêk tê.

Hat diyarkirin ku Îsraîlê hebûna xwe ya leşkerî li herêmê xurt kir û hîna sedemên yekser ên van tevgeran ne diyar e.

Çavkaniyan diyar kir ku hêzên Îsraîlê 2 xortên ku li gundewarê Quneytirayê binçav kiribûn, berdan.

Ev demek e li başûrê Sûriyeyê tevgera artêşa Îsraîlê û berfirehkirina hebûna wê ya leşkerî di herêmê de zêde bûye.

(mh/fr)