Konseya Ewlekariyê civîneke awarte li dar dixe

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî îro civîneke awarete bi mijara Refehê li dar dixe.

Konseya Ewlekariyê civîneke awarte li dar dixe
28 gulan, 2024   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê ’X’ weşandiye de ragihand ku  doza Filistînê jî di nav de wê rewşa Rojhilata Navîn di civîna awarte de werin nîqaşkirin.

Çavkaniyên dîplomatîk ji AFP’ê re diyar kir ku civîn wê li ser daxwaza Cezîrê ku endameke nedaîmî ya konseyê ye girtî were lidarxistin.

Artêşa Îsraîlê duh li kampeke bajarê Refehê yê başûrê Xezayê êrişeke hewayî pêkanîbû. Di encamê de gelek kes bûn qurbanî.

Rayedaran ragihandin ku di êrişa li kampeke bajarê Refehê 45 kes mirin. Serokên dewletan jî bertek nîşan da û xwestin ku di Dadgeha Edlê ya Navnetweyî de biryara rawestandina êrişên Îsraîlê were dayîn.

(bb)