Çeteyan li Efrînê 2 şênî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 şênî ji bajarê Cindirêsê revandin.

Çeteyan li Efrînê 2 şênî revandin
28 gulan, 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên "Polîsa Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker duh şêniyên bi navên Hisên Osman (38) û Mihemed Elî Bekir (43) li taxa Eşrefiye ya Efrînê revandin.

Her du şêniyên hatin revandin ji gundê Yelanqûz ê bajarê Cindirêsê ne.

(şx)

ANHA