Hewldana çeteyan a ketina gundên Minbicê hat têkbirin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a ketina gundên bakurê rojavayê Minbicê têk bir.

Hewldana çeteyan a ketina gundên Minbicê hat têkbirin
28 gulan, 2024   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Şevê din saet 02.00’an, komek çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hewl dan bikevin gundên Dendeniyê û Seyada yênbakurê rojavayê  kantona Minbicê. Di encama hişyariya şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de, êrişa li ser her du gundan hate şikandin û çete  paşde reviyan."

(bb)

ANHA