Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa Iraqê dicive

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê Mihemed Hesan ragihand ku wê îro Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî rewşa Iraqê bicive.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa Iraqê dicive
2 kanûn, 2025   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê Mihemed Hesan di daxuyaniyekê de ragihand ku wê di saetên êvarî de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî rewşa Iraqê bicive.

Her wiha hat gotin ku wê di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî, ewlehî û mirovî yên li Iraqê her wiha alîkariya UNAMI ya ji bo Iraqê bên giftûgokirin.