Endamê Kombenda Efrînê ya Civakî: Astengiya vegerê dewleta Tirk e

Endamê Kombenda Efrînê ya Civakî (KEC) Îbrahîm Heftaro diyar kir ku gelê Efrînê ji bo vegera li warê xwe amedekariyan dike, lê yekane astengiya li pêşiya vegera koçberan dewleta Tirk e.

Endamê Kombenda Efrînê ya Civakî: Astengiya vegerê dewleta Tirk e
2 kanûn, 2025   12:53
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Dewleta Tirk û çeteyên wê sala 2018’an Efrîn, sala 2019’an Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Ji ber êrişan û kiryaran bi sed hezaran kes ji herêmên dagirkirî koçber bûn û berê xwe da herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî hilweşîna rejîma Baasê (8’ê Kanûna 2024’an) û hatina hikumeta veguhêz li ser desthilatê, 10’ê Adara 2025`an, di navbera QSD`ê û hikumeta veguhêz de peymanek ji 8 xalan pêk dihat, hat îmzekirin. Yek ji wan xalan jî vegera ewle ya koçberan û misogeriya parastina wan bû. Lê heta niha tu pêngav ji bo vegera koçberan nehatiye avêtin û dewleta Tirk guhertina demografiyê didomîne. 

Endamê Kombenda Efrînê ya Civakî (KEC) Îbrahîm Heftaro der barê vergera koçberan û astengiyên li pêşiya vegerê de ji ajansa me re axivî.

Îbrahîm Heftaro diyar ku gelê Efrînê du caran koçber bû, ya yekemîn sala 2018`an û cara duyem jî sala 2024`an koçber bû û wiha axivî: “Piştî 14 salên şer, koçberî û komkujiyan, pêwîste êdî gelê Efrînê vegere warê xwe. Piştî hevpeymana 10’ê Adarê em jî li ser vê xala peymanê ya vegera koçberan amedekariyên xwe dikin. Civînan li dar dixin û serjimariyên koçberan dikin. Ji bo vegerek birûmet û aram.”

Heftaro qala zehmetiyên ku gelê Efrînê dikişîne kir û wiha got: “Her çendî efrînî li welatê xwe bin, ne weke ku di mala xwe de bin. Gelê Efrînê bi darên zeytûnê ve girêdayî ne, her dareke zeytûnê weke zarokê xwe dibînin. Li gel zehmetiyên ji germê û sermê, zehmetiyên jiyanê jî, lê hêviya wan a vegerê heye.”

Heftaro destnîşan kir ku yekane asteniya li pêşiya vegera koçberan dewleta Tirk a dagirker e.

ANHA