Konseya Ewlehiyê dê bi mijara Îranê bicive

Li ser daxwaza DYA’yê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî îro der barê rewşa Îranê de dicive.

Konseya Ewlehiyê dê bi mijara Îranê bicive
15 ÇILE, 2026   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Somaliyê yê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku dê îro bi rojeva rewşa Îranê bicive.

Berdevk diyar kir ku civîn dê li ser daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo nîqaşkirina rewşa Îranê pêk were.

Serokê DYA’yê Donald Trump duh gotibû ew ji înfazên ku rejîma Îranê li dijî xwepêşandêran pêk tîne, hatiye agahdarkirin.

Trump di rojên dawîn de gotibû ew amade ye alîkariya gelê Îranê bike.

(b)