Kongra Star: Em ê ji bo azadiya jinan û gelan têkoşîna xwe bidomînin

Koordînasyona Kongra Star di 21'emîn salvegera demzirandina xwe de diyar kir ku ew ê li hember zîhniyeta cîhadîst têkoşînê bidomîme û got: “Em ji bo azadiya jinan, gelan û neteweya demokratîk xebatên xwe mezintir bikin.”

Kongra Star: Em ê ji bo azadiya jinan û gelan têkoşîna xwe bidomînin
15 ÇILE, 2026   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera 21’an demezirandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û salveger li hemû jinan pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 21’emîn salvegera avakirina rêxistinbûyîna Kongra Star de em destpêkê şehîdên şoreşê, Rêber Apo û li tevahî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet jî li tevahî jinan pîroz dikin. Di nava 14 salan de gelek hevrêyên me, jinên têkoşer şehîd bûn, em di şexsê hevrê Reyhan, Yûsra, Hind û Seida, Qemer, Jiyan û di şexsê şehîd Denîz Çiya de hemû şehîdên Helebê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di nava van 21 salan de me şahidiya berxwedaneke bêhempa jî kir, di heman demê de me şahidiya êrişên hovane yên desthilatan jî kir. Wek jinên li ser vê xakê dijîn, me di bin dorpêç û zextên rejîmên cîhadîst de destkeftiyên hêja bi dest xistin. Di dema zextên rejîma Baasê de me kar û xebatên xwe veşartî dimeşand. 2005’an bi sedan jin anku di dema birêxistinbûyîna Yekitiya Star de hatin binçavkirin, hatin girtin, heta hatin qetilkirin jî. Em îro li ser hîmên wê demê dimeşin. Ew keda ku di bin zexta rejîma qirker de bi zor û zehmetiyên ku ev rêxistine hatiye avakirin, em hatin van rojan. Çawa ku wê demê li hember neteweperestiyê me şer dikir, îro jî li hemberê olperestî û zayendperestiyê em tê dikoşin.  

Rêxistina Kongra Star, li ser esasa paradîgmaya Rêber Apo di bingeha avakirina civakeke demokratîk de ji bo hewldaneke çareseriyê tê dikoşe. Kongra Star li hember çeteyên weke DAIŞ’ê, El Nusrayê, SMO’yê ye û îro jî li hember çeteyên bi navê HTŞ ku DAIŞ bi xwe ne û ji aliyê hemû dewletên navneteweyî ve têne piştgirîkirin, tê dikoşe. Her wiha li hemberî dewleta Tirk ku di bin faşîzma Erdogan de gihaye lûtkeyê ev 14 sal in berxwedaneke bêhempa dide meşandin.  

Kongra Star li hember qirkirinên fîzîkî û derûnî yên taybet ji bo zarokan xiste navenda têkoşîna xwe û li dijî van kiryaran bi avakirina komîteyên parastina zarokan hewldaneke biencam xwest derxe holê û li hember êrişên fîzîkî û derûnî yên li ser jinan bi rêya kampanyayan û rêya semîner, civîn û perwerdeyê xwest pêşî lê bigire. Her wiha wek polîtîka her tim xwest xîtabê hemû jinên Sûriyeyê bike da ku di welatekî demokratîk de bi hevre bijîn.

Li hember êrişên qirkirinê me her tim hewldana avakirina çareseriyê xwestiye. Bê guman di navenda hemû karên me de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hebû. Di wê çerçeveyê de jî tevî kar û xebatên ku têne kirin ji bo ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan baş belav bibe hewldaneke mezin tê kirin.

Em ê wek jin li hemberî êrişên çeteyên HTŞ û DAIŞ yên li ser gelan têkoşîna xwe bidomînin. Em tu carî êrişên li ser gelê xwe yê Helebê ji bîr nakin. Çawa ku duh li ser gelê me yê Siwêyda û peravê em bêdeng neman em li hember gelê Helebê jî bêdeng namînin.

Em ê bi rihê tolhildana gelê Helebê bijîn. Wek rêxistina Kongra Star em bi rihê şehîdan ku ji me re avakirî dimeşin. Ji vir şûn de jî em ê bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û bi rihê şehîdan bimeşin. Ruxmî zîhniyeta cihadîst em ê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî bi hemû hêza xwe tê bikoşin. Ji bo azadiya jinan û gelan, ji bo neteweya demokratîk em ê kar û xebatên xwe mezintir bikin. Wekî Rêbertiya me jî gotî wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan, em ê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.”