Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan bi encamnameyekê bi dawî bû

Kongreya 5ˊemîn a Yekitiya Jinên Ciwan a li Hesekê hatiye lidarxistin bi gelek encamnameyan bi dawî bû.

10 tîrmeh 2024   21:35
HESEKÊ

Bi diruşma ˊBi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, azad bike Rêbertîˊ Yekitiya Jinên Ciwan Kongreya xwe ya 5ˊemîn bi beşdariya 300 delegeyên ji Yekitiya Jinên Ciwan, nûnerên ji rêxistin û tevgerên jinan li Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. 

Di kongreyê de rewşa siyasî hat şîrovekirin, sînevîzyonek li ser xebatên jinên ciwan hat pêşkêşkirin, perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan, rapora salê û rêzikname hatin xwendin.

Di kongreyê de 25 endam ji bo rêvebirina yekitiyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin.

Kongre bi gelek encaman bi dawî bû û wiha ne: zêdekirina çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, vekirina dewreyên perwerdê û hişyariyê, belavkirina çanda perwerdê di nava ciwanan de, xebitîna li ser pêşxistina xebata jinan, bikaranîna rêbazên medyayên dîjîtal ji bo xizmetkirina civakê li dijî kapîtalîzmê û reşkirina wê, lidarxistina mîhrîcanên taybet bi navê jinên ciwan û çalakiyên çandî, hunerî û werzîşî bi navên şehîdên jinên ciwan, nîqaşkirina pirsgirêkên jinan, lidarxistina çalakî û danasîna şerê gel ê şoreşgerî û şerê taybet, aktîvkirina Komîteya Parastina Jîngehê, lidarxistina hemeleyên hişyarkirinê yên girêdayî wê, vekirina dewreyên taybet bi ragihandinê, aktîvkirina komîn û meclisên taybet bi jinên ciwan, aktîvkirina komîteya civakî û aborî.

(mg/fr)