ˊSûcên Tirkiyeyê ji zihniyeta Osmaniyan tênˊ

Gelên li Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Sûriyeyê ji zihniyeta Osmanî ya li ser bingeha qirkirina gelan e û bang li hêzên navneteweyî û NYˊê bi taybet Konseya Ewlekariyê kir ku sûriyeyiyan ji sûcên dewleta Tirk rizgar bikin.

ˊSûcên Tirkiyeyê ji zihniyeta Osmaniyan tênˊ
ˊSûcên Tirkiyeyê ji zihniyeta Osmaniyan tênˊ
ˊSûcên Tirkiyeyê ji zihniyeta Osmaniyan tênˊ
ˊSûcên Tirkiyeyê ji zihniyeta Osmaniyan tênˊ
ˊSûcên Tirkiyeyê ji zihniyeta Osmaniyan tênˊ
11 tîrmeh 2024   03:45
DÊRAZOR
 ELÎ EREB

Gelên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku sûriyeyiyên li tevahî Sûriyeyê û penaberên li Tirkiyeyê êdî bawer in ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker li dijî welatê wan dûrî daxwazên wan e. Ev yek di nêzîkbûna hikûmetên Şam-Enqerê de, her wiha sûcên nijadperestî yên vê dawiyê li dijî penaberên sûriyeyî û çewisandina xwepêşandanên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî hatin aşkerakirin.

Hefteya borî li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine, protesto û xwepêşandanên li dijî sûcên nijadperestî yên li ser penaberên sûriyeyî li Tirkiyeyê, hemleyên derxistina penaberan bi darê zorê, talankirina mal û milkên penaberan ji hêla nijadperestvan ve, xwepêşandanên li dijî hewldanên nêzîbûna dawîn a di navbera Enqere û Şamê de rû dan.

Di van xwepêşandanên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin çewisandin 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn.

Hevserokê Rêxistinên Civaka Demokratîk li Reqayê Udey Ebdulhemîd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku hêviyên gelê Sûriyeyê têk bibe û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo bi destxistina berjewendiyên xwe bazirganiyê li ser dosyaya penaberên Sûriyeyê dike, her wiha piştgiriya DAIŞ’ê dike û êrişî xaka Sûriyeyê dike.

Ebdulhemîd anî ziman ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Sûriyeyê, derxistina penaberên sûriyeyê bi darê zorê, herî dawî jî destpêkirina normalîzekirina bi hikumeta Şamê re li ser hesabê gelê Sûriyeyê siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dijî sûriyeyiyan aşkera kirin.

Berpirsê Nivîsgeha Yekitiya Cotkaran li gundewarê rojhilatê Kantona Dêrezorê Lahic El Ebdullah diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ku îro li Sûriyeyê pêk tîne, heman sûcên di serdema dagirkeriya Osmaniyan de hatine kirin. El Ebdullah teqez kir ku ev yek dewama heman zihniyeta li ser qirkirina gelan e.

El Ebdullah sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Sûriyeyê şermezar kirin, bi taybet ya herî dawî ên li dijî penaberên Sûriyeyî.

Welatiyê bi navê Hemade El Nasir anî ziman ku tevgerîna li gorî armancên gelê Sûriyeyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî têrê dike ku siyasetên dewleta Tirk têk bibe. El Nasir bang li hêzên navneteweyî kir ku piştgiriya çalakiyên wan ên li dijî dewleta Tirk bikin, her wiha bang li NYˊyê kir ku penaberên sûriyeyî li hundirê Tirkiyeyê biparêze û piştgiriyê bide sûriyeyiyan ku aqûbeta xwe bi xwe diyar bikin.

Hevseroka Yekitiya Pîşesaziyê Rîm Ehmed El Faris sûcên nijadperstî yên Tirkiyeyê li dijî penaberên sûriyeyî şermezar kirin û diyar kir ku Tirkiyeyê piştî penaber li gorî berjewendiyên xwe bi kar anîn, dixwaze ji wan xelas be.

Rîm got divê hêzên naveteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe rabin û sûriyeyiyan ji sûcên ku Tirkiyê bi rêya êrişên nijadperestî û kiryarên li dijî penaberan biparêzin û rizgar bikin.

(mg/fr)

ANHA