Kongreya parêzerên Cizîrê bi hilbijartin û encamnameyek girîng bi dawî bû

Kongreya 6ˊemîn a Yekitiya Parêzeran a kantona Cizîrê ya ji bo nîqaşkirina pêşxistina pergala dadgeriyê hatibû lidarxistin bi dawî bû. Di kongreyê de meclisa rêveber û hevserokên nû hatin hilbijartin û encamnameyek girîng hat dayîn.

Kongreya parêzerên Cizîrê bi hilbijartin û encamnameyek girîng bi dawî bû
10 îlon, 2025   13:29
QAMIŞLO

Yekitiya Parêzeran a Kantona cizîrê duh kongreya xwe ya 6ˊemîn bi diruşma "Hiqûqa Demokratîk garantiya Aştî û Civaka Demokratîk e" li dar xist. Di kongreyê nîqaşên li ser pêşxistina pergala dadgeriyê, raporên salane hatin kirin. Li kêlek wê meclisa rêveber a nû ya yekitiyê hat hilbijartin. Kongre li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi beşdariya 286 parêzeran, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û rêxistinên sivîl hat lidarxistin.

Di kongreyê de gelek axaftin hatin kirin û hat gotin ku Yekitiya Parêzeran bi rêya bicihanîna qanûnên adilane roleke mezin di pêkanîna demokrasî û aştiyê de lîst û diyar kir ku ku qanûn ji bo tevahî erdên civakê lêvegera giştî ye û parastina destkeftiyan dike. Divê hiqûqnas rola xwe di pêkanîna edaleta civakê de bi rêya qanûnên demokratîk kûr bikin, li kêlek civakê û beşên paşguhkirî ne li kêlek desthilatan bisekinin û peyama edalet û parastina mafên bigihînin.

Dûre kongre li pêş dezgehên ragihandinê ji bo nîqaşkirina gelek dosyayan girêdayî parêzeran girtî dewam kir.

Kongre di dereniya şevê berê de bi hilbijartina parêzer Xanim Eyo û Mihemed Îsmaîl weke hevserokên nû yên yekitiyê û meclisa rêveber bi dawî bû.

Piştî hilbijartina hevserokan encamname hat dayîn û wiha ye:

1-Girêdana bi destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re.

2-Girêdana bi rêgeza çareseriya siyasî, pêkanîna biryara 2254ˊan.

3-Divê temsîla tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di hikumeta veguhêz de, li gorî biryara van pêkhateyan di kongreya niştimanî ya giştî de, were kirin.

4-Hilbijartinên parlamentoyê yên zelal bi çavdêriya navneteweyî werin kirin.

5-Mafên gelê Kurd di destûrê de weke gelekî resen were tesbîtkirin û mafên pêkhateyên din jî werin misogerkirin.

6-Girêdana bi pergala pirrengî ya nenavendî ya demokratîk ve.

7-Misogeriya edaleta pêvajoya veguhêz a zelal bi rêya desteyeke niştimanî ku temsîla xwesteka rastîn a tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê bike.

8-Peyamek ji Konseya Wezîran a Yekitiya Ewropayê (YE) re têkildarî "Mafê Hêviyê" ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan were şandin.

9-Peyamek ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li Fransayê re ji bo Rêber Abdullah Ocalan were şandin.

(fr)

ANHA