Hêzên Ewlekariyê li Reqayê pêngava ewlehiyê da destpêkirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca xurtkirina ewlehî û îstîqrarê, girtina kesên ji bo edaletê tên xwestin li bajarê Reqayê pêngava ewlehiyê da destpêkirin.

Hêzên Ewlekariyê li Reqayê pêngava ewlehiyê da destpêkirin
10 îlon, 2025   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê destpêkirina pêngava ewlehiyê li Reqayê ragihand. Fermandariyê aşkera kir ku ew ê li seranserî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngavên ewlehiyê yên berfireh bidin destpêkirin û di çend rojên bê de mizgîniyek baş bidin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

" Di encama salên dirêj ên şerê li Sûriyeyê de, kaos û bêîstîqrarî li seranserî welêt belav bûye, û li gelek herêman valahiyek ewlehiyê çêkiriye. Bê guman ev yek bandoreke neyînî li herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Ji ber ku em beşek yekgirtî ya vî welatî ne.

Ev rewşa xirab rê daye şaneyên terorîst ên DAIŞ’ê ku çalakiyên xwe bi awayekî mezin vegerîne û xwe birêxistin bike û bendên Hêzên me û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gelek bajar û bajarokan armanc bikin. Her wiha rê li ber bazirganên hişbirê yên ku di bin parastina rejîma berê ya Sûriyeyê de dixebitîn, vekir da ku bazirganiya xwe berfireh bikin û bigihêjin herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Girêdayî vê yekê, bûyerên takekesî yên kesên giyan xerab hene ku guleyên bêserûber diavêjin. Vê yekê rewşeke bêistiqrarî û neewlehiya welatiyan çêkiriye. Van kiryaran teşwîqek mezin di nava hêzên me de çêkir ku dest bi pêngavên ewlehî û leşkerî, zêdekirina ewlehiyê û bilindkirina amadekirinê bikin. Hêzên me mîna van pêngavan li gelek deveran da destpêkirin; ji wan pêngava paqijkirina başûrê Hesekê ye. Di wê pêngavê de gelek endamên vê şaneyên terorîst ên DAIŞˊê hatin girtin, çek û cebilxane desteser kirin.

Piştre hêzên me amadekariyên pêngava ewlehiyê ya berfireh li kampa Holê ku wekî kampa herî xeternak a li ser rûyê erdê ye ku malbatên endamên DAIŞ’ê yên niha girtî ne, kirin. Hêzên me, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi piştgirîya Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî tev li pêngavê bûn. Pêngavê du rojan dewam kir, tê de 11 endamên girêdayî vê rêxistina terorîst hatin girtin, her wekî din gelek şebeke û êriş dihatin amadekirin da ku êrişî herêmên me bikin, hatin bêbandorkirin.

Îro, em wek Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkirina pêngaveke nû li bajarê Reqayê radigihînin. Armanca vê pêngavê tesbîtkirina ewlehiyê û kesên sûcdar ên ku gelek tawan kirine radestî edaletê bikin. Ev operasyon dê bidiqet û profesioneleke mezin ji aliyê Hêzên me yên taybet H.A.T û Operasyonan were lidarxistin.

Em ji gelê xwe yê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re diyar dikin ku bi jiyana aştiyane û bi bîrdozî û nêzîkatiya neteweyeke demokratîk tê naskirin, piştrast dikin ku çawa me li Reqa, Dêrazorê û gelek deverên din bi fedakarî, mêrxasî û cesareteke mezin pişta rêxistina terorîst DAIŞ şikand, em ê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pêngavên ewlehiyê yên berfireh bidin destpêkirin. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî terorê şer bikin û di rojên pêş de mizgîniyê bidin gelê xwe. Her wiha em aşkera dikin ku em ê heta serkeftinê rêya şehîdan bişopînin."

(fr)