Kongreya Îslama Demokratîk û Meclisa Olî êriş û hedefgirtina perestgehan şermezar kir

Kongreya Îslama Demokratîk û Meclisa Olî yên kantona Tebqayê êrişên li dijî sivîlan û perestgehan li peravê û hundirê Sûriyeyê şermezar kirin.

Kongreya Îslama Demokratîk û Meclisa Olî êriş û hedefgirtina perestgehan şermezar kir
29 kanûn, 2025   17:39
TEBQA

Kongreya Îslama Demokratîk û Meclisa Olî yên kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên li dijî sivîlan û perestgehan li peravê û hundirê Sûriyeyê şermezar kirin. Bi dehan nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li çalakiyê bûn.

Endamê Meclisa Olî ya kantonê Xelef El Şêx daxuyanî li avahiya aboriyê ya bajêr xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser bingeha nirxên îlahî û rêgezên pêxemberî yên bilind Kongreya Îslama Demokratîk û Meclisa Olî yên kantona Tebqayê fikarên xwe li hember rûdanên li peravê, êrişên xeternak ên sîstematîk li dijî sivîlan anî ziman.

Di daxuyaniyê de êrişa li dijî Mizgefta Elî Bin Ebî Talib li bajarê Humsê ku di encamê de şehîd û hejmarek nimêjvan çêbûn şeremzar kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev sûc derexlaqî, derolî û dermirovî ne, tu têkiliya sûcdaran bi Îslamiyetê re tune ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li aliyên eleqedar kir ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî rakin, demildest van êrişan rawestînin, sivîl û perestgehan biparêzin, xwe bispêrin zimanê diyalogê, aqilmendî û zanîn bi kar bînin.

(ac/fr)

ANHA