Berdevkê Tûgayên El Qesam Ebû Ubeyde hat kuştin

Tûgayên El Qesam ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li bajarê Xezayê ya beriya çend mehan de berdevkê wan Ebû Ubeyde hatiye kuştin.

Berdevkê Tûgayên El Qesam Ebû Ubeyde hat kuştin
29 kanûn, 2025   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Baskê Leşkerî yê Tevgera Hemas, Tûgayên El Qesam diyar kir ku berdevkê wê Ebû Ubeyde, di êrişa Îsraîlê ya beriya çend mehan li dijî Xezayê de, hatiye kuştin.

Berdevkê nû li ser kanala El Eqsa ya Hemasê diyar kir ku Tûgayên El Qesam radigihîne ku berdevkê tûgayan Ebû Ubeyde hatiye kuştin. Navê Ubeyde "Huzeyfe Semîr Ebdullah El Kehlot" e.

(fr)