Derdora Bendava Tişrînê hat topbarankirin; 3 şervanên QSDˊê birîndar bûn

QSDˊê ragihand ku komên girêdayî hikumeta veguhêz bi çekên giran derdora avahiya li Bendava Tişrînê topbaran kir, di encamê de 3 şervan birîndar bûn.

Derdora Bendava Tişrînê hat topbarankirin; 3 şervanên QSDˊê birîndar bûn
29 kanûn, 2025   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir ku îro, saet 16.00ˊan komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi top û çekên giran derdora avahiya li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kir.

Li gorî navendê, di encama topbaranê de 3 şervanên QSDˊê birîndar bûn.

(fr)