Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê da.

Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
25 sibat, 2025   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo ku bikarin Rêber Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kir.