Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê 27`ê Adarê li dar dikeve

Partiya Sûriye Pêşerojê amadekariyan dike ku kongreya xwe ya 4`an di 27`ê Adarê de li dar bixe, piştî ku kongreyên xwe yên şaxî li herêmê li dar xistin.

Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê 27`ê Adarê li dar dikeve
10 adar, 2024   05:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî lidarxistina kongreyên meclisên Partiya Sûriya Pêşerojê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê, partî amadekariyan dike ku kongreya xwe ya 4`an bi beşdariya hezaran delegeyan di 27`ê Adarê de li dar bixe.

Çaverê ye ku guhertin di rêziknameya partiyê de bê çêkirin, sazûmaniya partiyê li gorî pergala hevserokatiyê bû guhertin, meclisa giştî ya partiyê bê hilbijartin û li gorî guhertinên siyasî û leşkerî nexşerêya partiyê bê guhertin.

Der barê van guhertinan de serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îmad Mûsa got: "Ji bo ku em xwe bigihînin gelê Sûriyeyê li tevahî herêman û ji bo ku partiya me bibe alternatîfê partiya desthilatdar a li Sûriyeyê, divê pergala heyî li Sûriyeyê bê guhertin û bibe pergaleke pirreng û nenavendî."

Mûsa wiha domand: "Diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî dê rojeva kongreyê ya sereke be."

Partiya Sûriya Pêşerojê 6`ê Gulana 2022`yan kongreya xwe ya sêyemîn li dar xistibû û tê de Ebid Hamid El Mihbaş ji bo serokatiya partiyê û Sîham Dawûd jî ji bo sekreteriya partiyê hatibû hilbijartin.

(şx)

ANHA