Aliyên Sûdanî piştgirî da banga agirbestê

Piştî ku Konseya Ewlekariyê ya NY’yê duh banga rawestandina şer di meha Remezanê de li aliyên Sûdanê kiribû, artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn piştgirî da vê bangê.

Aliyên Sûdanî piştgirî da banga agirbestê
9 adar, 2024   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di civîna Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ya roja pêncşemê (7’ê Adarê) de hatibû lidarxistin de ji aliyên Sûdanî xwestbibû ku di meha Remezanê de şer rawestînin. 

Piştî vê bangê Brîtanyayê pêşnûmeya ku di meha Remezanê de li Sûdanê şer were rawestandin pêşniyar kir. Rûsyayê  ne di nav de, 14 dewletan pêşnûmeya Brîtanyayê erê kir.

Li ser vê yekê Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh (înê 8’ê Adarê) bang li aliyên Sûdanê kiribû ku di meha Remezanê de şer rawestînin.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn a Sûdanê ragihand ku ew piştgiriyê dide banga Konseya Ewlekariyê ya NY’yê a agirbestê ji bo meha Remezanê. Her wiha diyar kir ku ew amade ye bi artêşa Sûdanê re diyalogan bike.

Nûnerê Sûdanê yê li NY’yê El Harith Idrîs di civîna Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ku roja pêncşemê hatibû lidarxistin de gotibû ku wî nameyek ji serokê Meclisa Serweriyê ya  Sûdanê Ebdulfetah El Burhan wergirtiye û diyar kir ku El Burhan di nameyê de piştgiriyê daye banga Sekreterê Giştî yê NY’yê ya rawestandina şer di meha Remezanê de.

Idîrs anî ziman ku El Burah alîkarî ji NY’yê xwestiye ji bo Hêzên Piştevaniya Lezgîn mecbûr bike bila bendên peyaman Cedayê ya di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de pêk bîne.

Di encama şerê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku ji 15’ê Sibata 2023’yan ve dest pê kir de bi hezaran kes hatin kuştin û nêzî 8 mîlyon kes ji cih û warê xwe bûne.

(bb)