Projeyên enerjiya tavê ji 10 hezar donim zeviyên li Dêrazorê re avê peyda dikin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê bi rêya projeyên enerjiyê yên alternatîf hewl dide ku piştgiriya cotkaran bike ku zeviyên avî diçînin. Rêveberî di projeya xwe de dixwaze sîstema enerjiya tavê li stasyonên avdanê bi cih bike, ji bo ku avê ji 10 hezar donim li rojhilatê Dêrazorê re peyda bike.

Projeyên enerjiya tavê ji 10 hezar donim zeviyên li Dêrazorê re avê peyda dikin
10 adar, 2024   07:35
DÊRAZOR

Komîteya Çandiniyê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê hewl dide li rojhilatê kantonê, sîstema enerjiya tavê bi cih bike, ji bo ku hilmijên avdanê yên 2 kooperatîfan bixebitîne. Ev hilmij, 10 hezar donim zevî av dide.

Desteya Çandinî û Avdanê ji vê projeyê armanc dike ku bi rêya Kooperatîfa El Wesil û kooperatîfa Til Ceabî yên li bajarokê Hecîn ê rojhilatê kantona Dêrazorê piştgiriya cotkarên xwedî zeviyên avî bike.

16 hezar û 800 donim bi rêya hilmijan têne avdan ku bi petrolê têne xebitandin û avê ji çemê Firatê û bîran dikişînin.

Bi vê projeyê re, wê barê lêçûnan li ser cotkaran sivik bibe.

Li gorî komîteyê, dê 80 tabloyên enerjiya tavê ji bo kooperatîfa El Wesil bên bicihkirin ku her yek jê 200 ampîr dide. Ji bo kooperatîfa El Ceabî jî dê 240 tablo bi cih bike ku 600 ampîr dide.

Her wiha komîte 2 hilmijan sererast dike û torên kehrebeyê yên nû ji bo sîstema enerjiya tavê bi cih dike.

Li gorî komîteyê, dê nêzî 10 hezar donim zevî bi rêya vê sîstema nû bê avdan.

(şx)

ANHA