Kongreya 12’emîn a PKK'ê li dar ket

Kongreya 12'emîn a PKK'ê di 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar ket. Encamên kongreyê û biryarên hatin dayîn, dê di demeke nêzîk de bi raya giştî re bêne parvekirin.

Kongreya 12’emîn a PKK'ê li dar ket
9 gulan, 2025   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê daxuyaniyek da û lidarketina kongreyê ragihand. 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

"Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn.

Kongreya 12'emîn a PKK'ê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan li hev kom bû. Kongreyê di serî de Rêber Apo bi hesret û hurmet silav kir, perspektîf û pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo kongreyê xwendin û nirxandin. Her wiha rapora kurt a Komîteya Navendî ya PKK'ê jî li kongreyê hate xwendin û nîqaşkirin.

Di vê çarçoveyê de Kongreya 12'emîn a PKK'ê li ser bingeha banga Rêber Apo, têkildarî karên PKK'ê biryarên girîng ên dîrokî dan.

Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku di Meha Şehîdan Gulanê de pêk hat, şehîdên leheng ên têkoşîna dîrokî ya 52 salan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anîn. Bang li gelê me yê welatparêz û hêzên sosyalîst, demokratîk hemûyan kir ku bi rengekî rast xwedî li şehîdên me û hemû nirxên demokratîk û neteweyî yên têkoşîna mezin a 52 salan derkevin, bijîn û bidin jiyandin.

Kongreya 12'emîn a PKK'ê şehîd Sirri Sureyya Onder jî bi hurmet û minet bi bîr anî ku di amadekariyê de yek ji wan kesayetan bû ku kedeke mezin da. Ji bo serxistina armanca civaka demokratîk û aştiyê ya vî mirovê hêja ku 12 salan hevrêtî ji Rêber Apo re kir, bang li her kesî kir ku bi hevkarî bixebitin.

Encamên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û agahî û belgeyên berfireh ên li ser biryarên hatine dayîn, piştî ku encamên li du qadên cuda kirin yek, dê di demeke gelekî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin.

Li ser van bingehan, di şexsê şehîdê me yê mezin ê yekemîn hevrê Hakî Karer de em şehîdên leheng hemûyan careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku li her qadê şehîdên me yên leheng bi bîr bînin û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir bilind bikin.

Şehîd namirin!

Bijî Rêber Apo!”