Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê beriya serdana Trump diçe Siûdî û Qetarê

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçî dê beriya serdana serokê DYA'yê Donald Trump a li Rojhilata Navîn serdana Erebistana Siûdî û Qetarê bike.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê beriya serdana Trump diçe Siûdî û Qetarê
9 gulan, 2025   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya ku roja Wezareta Karên Derve ya Îranê daye, Abbas Arakçî dê roja şemiyê destpêkê biçe Riyadê û bi rayedarên payebilind ên Siûdî re hevdîtinan bike. Arakçî dê piştre tev li 'Konferansa Diyalogê ya Cîhana Îran-Ereb' bibe ku dê li paytexta Qetar Dewhayê li dar bikeve.

Tê payîn serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di navbera 13-16'ê Gulanê de serdana Erebistana Siûdî, Qetar û Îmaratê bike. Ev serdan dê bibe serdana destpêkê ya fermî ku Trump ji meha Çileyê dema destpêkirina wezîfeyê xwe ve pêk tîne. Serdana Romayê ya ji bo cenazeyê Papa Francis li derveyî vê çarçoveyê tê hiştin.