Kongra Star: Vîna gelên xwedî li ramanên Rêber Abdullah Ocalan derketine naşike

Kongra Star di çalakiyên xwe de yên di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azad û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li darxistî de cih da nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo avakirina civakeke ekolojîk, û rola jinan.

30 gulan, 2024   03:45
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

pêngava navneteweyî ku bi dirûşma " Ji Abdullah Ocalan re azad û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" 10`ê Mijdara 2023`yan li 74 navendan cîhanê hatiye ragihandin, li herêmên Bakur û Rojhilatê sûriyê jî çalakiyên cihereng têne lidarxistin. Kongra Star a Helebê jî cihê xwe di van çalakiyan de girt herê dawî jî di 26`ê Gulanê çalakiya konvedanê ji bo 3’ê rojan hat darxist.

cihê çalakiya bi amûr û cawên kevnar û berhemên jinan hatibû xemilandin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê daliqandin.

Çalakî li hola Talêt ya Heleb a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin. Endamên saziyên sivîl, partî, meclis, komîn û hêzên leşkerî tev lê bûn.

Di çalakiyê de, atolye hatin lidarxistin, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya praktîkirina wan bi awayekî rast hatin nîqaşkirin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.

Endamên koordînasyona Kongar Star a Helebê Fehîme Emo û Nergîz Bekir destpêkirina çalakiyê ragihandin û destnîşan kirin ku divê perspektîfên rêber Abdullah Ocalan werin praktîkirin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bidestxistin.

Di roja yekemîn a çalakiyê de, endamên Akademiya Şehîd Hêzil Rizgar a Kongar Star, endamên Ragihandina Giştî, Yekitiya Parêzeran, Malbatên Şehîdan, Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Kongra Star û Mala Jinan hazir bûn. Rastiya fermandariyê, pergala girtîgeha Îmraliyê, pergala jinan û malbatê, rêbazên birêxistinkirina jinan, dewlemedkirina bîra wê bi raman û zanabûnê, di wê rojê de hatin nirxandin.

Di roja duyemîn de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ), endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Parastina Cewherî, Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê, saziyên olî û Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û komîteyên wê û her sê meclisên her du taxan, amade bûn.

Girîngiya xweparastina civakî li hember timayên derve, pêwîstiya praktîkirina pergala hevseorkatiyê û dûrahiyên netewa demokratîk çi ne, hatin gotubêjkirin.

Di roja dawîn a çalakiyê de, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokraîtk (MSD), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Komîteya Aboriya Giştî, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çandina Jinan û Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo hazir bûn.

Mijarên wek, rêbazên avakirina Sûriyeya pirreng û nenavendî hatin nîqaşkirin û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê gel, komîteya perwerdeya civaka demokratîk, ciwan û çand û hunerê hatin xwendin.

Beşdaran diyar kirin ku ew bi Rêber Abdullah Ocalan û ramanên wî ve girêdayî ne. her wiha gelek helbest li ser Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.

komên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo, bernameyên hunerî ku berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û asta girêdana wan bi ramanên wî nîşan didin, pêşandan.

Kongra Star bi daxuyaniyekê bidawîbûna çalakiyê ragihand û bang li saziyan û rêxistinên têkildar kir ku rola xwe bilîzin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê bidestxistin û doza Kurd çareser bibe. Her wiha hate diyarkirin ku vîna gelan ên ku xwedî li ramanên rêberê xwe derdikevin, naşike.

(şx)

ANHA