Pêşbirka hilbijartinên Kobanê di navbera 2 aliyan de ye

Hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Kobanê wê di navbera Hevbendiya Gelan û Jinan Ji bo Azadiyê û Partiya Yekîtî de derbas bibin. Herdu aliyan lez daye xebatên xwe.

Pêşbirka hilbijartinên Kobanê di navbera 2 aliyan de ye
30 gulan, 2024   06:17
KOBANÊ

Piştî ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan lîsteya namzetan a hilbijartinên şaredariyan ku dê 11’yê Hezîranê pêk werin eşkere kir, hevbendî û partiyên dê tevlî hilbijartinan bibin jî lez da xebatên xwe. 

Yek ji navendên ku pêşbirka hilbijartinê lê çêdibe kantona Firatê ye.

Li kantonê Hevbendiya Gelan û Jinan Ji bo Azadiyê û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) tevlî hilbijartinan dibin.

Hevbendiya Gelan û Jinan Ji Bo Azadiyê ku ji 22 partiyên siyasî û rêxistinên jinan pêk tê, derdikeve pêş. Hevbendiya ku 20’ê Gulanê hatibû ragihandin, niha ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Kobanê, şaredariyên bajarên Qenaya, Sirîn, Çelebiyê û Eyn Îsayê, bajarokên Şêran, Qadiriye, Til Xezal, Remale, Bênder, Taşlûk, Cirin, Hîşe, Belek lez daye xebatên xwe.

NAMZETÊN ŞAREDARIYA BAJARÊ KOBANÊ

Hevbendiya Gelan û Jinan Ji Bo Azadiyê Fewaz Xidir Ehmed û Mizgîn Xalib Elûş wekî namzetên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Kobanê diyar kirine.

Fewaz Xidir Ehmed, endamê PYD`yê ye. Sala 1989`an li bajarokê Şêran ê Kobanê ji dayik bûye. Beşa derûnînasiyê ya Zaningeha Lubnanê qedandiye. Her wiha li Akademiya Edaletê ya Desteya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwendina xwe temam kiriye.

Ehmed di salên şoreşê de, di Meclisa Taxa Şehîd Peyman a Kobanê de kar meşandiye û pişte di saziyên cuda de karê xwe domandiye.

Di beşa avê ya Şaredariya Kobanê de demê kar kiriye, demekê rêveberiya Hêzên Xweparastinê kire. 4 salan wekî Serokê Dadgeha Leşkerî kar meşandiye. Piştre demekÊ di Komîteya Çavdêriya Giştî ya Kantonê de kar meşandiye. Di 2 salên dawî de jî wekî Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Kantona Firatê erk girt ser xwe. 

Mizgîn Xalib Elûş jî, endama Kongra Star e. Li bajarê Kobanê sala 1997`an ji dayîk bûye. Demekê di Ronahî TV de rojnamevanî kiriye, 2 salan di Stêrk TV de pêşkêşvanî kiriye. Piştre peymangeha perwerdeyê qedan û ev 7 salbûn mamostetî dikir.

NAMZETÊN YEKÎTIYÊ

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî) jî 27’ê Gulanê li bajarê Kobanê di civîneke çapemeniyê de bernameya xwe aşkera kiribû û namzetên xwe dabûn nasandin.

Mihemed Marûf Miheme Elî û Narîn Mihemed Tayar wekî namzetên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê ya Kobanê hatine diyarkirin.

Mihemed Marûf Mihemed Elî sala 1962`yan li gundê Bender ê rojavayê bajarê Kobanê ji dayîk bûye. Peymangeha Endezyariyê ya Beşa Kehrebeyê ya Zanîngeha Helebê qedandiye. 35 salan wekî endamê rêveberiya firinên nan a Kobanê kiriye. Sala 2022`yan ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ji vî karî îstîfa kiriye.

Mihemed di birêxistinkirina partiyê de rolek lîstiye û tevlî xebatên siyasî û civakî bûye. Her wiha di xebatên rewşenbîriyê de cih girtiye.

Di komkujiya Kobanê ya Hezîrana sala 2015`an de ji her du destên xwe de birîndar bû.

Narîn Mihemed Tayar jî sala 1997`an li bajarê Kobanê ji dayîk bûye. Dibistana navîn qedandiye. Di saziyên Rêveberiya Xweser de kar kiriye û bûye xwedî tecrube.

(şx/a)

ANHA