`Heta daxwaza me bi cih were wê têkoşîna me bidom e`

Beşdarên çalakiya Kongra Star diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li darxistina mîna van çalakiyan gelek girîng e û dê çalakiyên wisa berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

`Heta daxwaza me bi cih were wê têkoşîna me bidom e`
30 gulan, 2024   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Kongra Star di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî", çalakiya konvedanê li Helebê li dar xist. Di çalakiyê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û behsa girîngiya praktîkirina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina dozên girêk û doza jinan hate kirin.

EM BI RAMANÊN RÊBERTÎ VE GIRÊDAYÎ NE

Beşdarên çalakiyê têkildarê çalakiyê ji ajansa me re axivî.

Endama akademiya Şehîd Hêzel Rizgar a Kongra Star Zîlan Mihemed balkişand ser rola jinan di bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de û got: "Em têkoşînê mezin dikin û xwedî li raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derketin ji bo ku azadiya wî bi dest bixin."

DERBASKIRINA ASTENGÎ Û ZEHMETIYAN

Endama rêveberiya Saziya Kar û Barên Olî Nisrîn Îbrahîm jî got: wekê gelên ereb, kurd û suryan li darxistina van çalakiyan gelek girîng e. Divê jin, astengiyan derbas bike, cihê xwe li her derê bigire. Ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em amade ne tişta ji me bê xwestin bikin."

GAVÊN ME DÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN PÊK BÎNIN

Endama rêveberiya Komîna Şehîd cûdî Mizgîn Beko "cezayên dîsplînê" yên li ser Rêber Abdullah Ocalan têne birîn, şermezar kirin û got: "Bi avêtina mîna van gavan û mezinkirina wan, em ê teqez Serokê xwe azad bikin. Ev ne çalakiya yekemîn e û dê ne ya dawîn be jî Emê her tim li qadan bin."

(şx)

ANHA