IRC: Rewşa penaberên Lubnanê yên berê didin herêmên dagirkirî karesat e

IRCʹê diyar kir ku ku Lubnanî û Sûriyeyiyên ji ber şerê di navbera Îsraîlê û Hizbullahê de  ji Lubnanê direvin û berê xwe didin herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî rûbirûyî rewşên karesatê ne.

IRC: Rewşa penaberên Lubnanê yên berê didin herêmên dagirkirî karesat e
15 cotmeh, 2024   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeya International Rescue Committee (IRC) anku (Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî) li Sûriyeyê Tanya Evans destnîşan kir ku bi rêya karmendên xwe yên IRCʹê û hevkarên xwe ew agahdar bûne ku malbatên Sûriyeyî neçar bûne ku pereyekî zêde bidin heta bigihîjin cihên dixwazin, her wiha gelek malbatan aşkera kir ku pere bi wan re nemane ku pêdiviyên xwe yên bingehîn bikirin.

IRCʹê diyar kir ku Sûriyeyî û Lubnaniyên ku bi darê zorê careke din koçber bûne bi awayekî pratîkî ji krîzeke direvin, lê careke din xwe krîzeke din de dibînin.

Her wiha IRCʹê bal kişand ser ku îsal tenê kêmî nîvî alîkariya mirovî ji Sûriyeyê re hat pêşkêşkirin.

IRCʹê bang kir ku bi awayekî lezgîn piştgiriya welatiyên ji ber şer direvin bikin.

Ji bo bersivdana krîzê, IRCʹê yekîneyên tenduristiyê yên gerok ji bo pêşkêşkirina alîkariyên tenduristî yên lez ava kirine, her wiha ji bo welatiyên ji Lubnanê direvin û berê xwe didin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekîneyên parastinê yên gerok ji bo pêşkêşkirina destwerdanên lezgîn hatine avakirin.

Her wiha komîteyê der barê koçberan de yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku rewşa wan pir dijwar e.

(mh)