Malbatên şehîdan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna peyama wê ya aştî û civaka demokratîk banga mezinkirina têkoşînê kir.

Malbatên şehîdan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê kir
15 îlon, 2025   13:11
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek li ber avahiya xwe ya li taxa Til Hecer a bajar da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên saziyên Rêveberiya Xweser bi zimanê erebî ji aliyê rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr Rojda Ehmed ve û bi zimanê erebî ji endamê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan  EHmed Hêrs ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de  bi armanca ku peyama aştî, yekitiya gelan a li ser bingehên koonfederalîzma demokratîk pêk werin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bibe banga mezinkirina têkoşîna li tevahiya gelên Kurd û Rojhilata Navîn hat kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin "Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê em tevahî şehîdên ku di rêya jiyaneke azad de xwîna xwe feda kirine, bi bîr anîn û Rêberê aştî û civaka demokratîk silav dikin. Rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 26 sal ji bo parastina mafên gelê Kurd û gelên azadîxwaz li girtîgeha Îmraliyê tê dikoşe. Em dengê xwe tev li dengê bi hezaran kesên ku azadiya wî ya fîzîkî dixwazin dikin. Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe daye gelê xwe, em deynarên fikir û felsefeya wî ne. Ji bo belavkirina felsefeya jiyana azad û neteweya demokratîk em amade ne her tiştî bidin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan yekitiya gelan li dijî pergalên dîktator çêkir û wiha hat domandin "Lew ra erka gel e ku daxwaza mafê wî yê azadiyê bike. Ji bo bicihanîna peyama aştiyê û avakirina yekitiya gelan a li ser bingehên koonfederalîzma demorkatîk ku bi beşdariya tevahî pêkhateyan di çarçoveya projeya demokratîk de çêbibe, em banga mezinkirina têkoşînê li her çar aliyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêyî azadiya Rêber Abdullah Ocalan aştî çênabe û hate gotin ku ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya tevahî gelan dê bê navber li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan kar û xebatê bidomînin.

(bb)

ANHA