Kongra Star ji bo piştgiriya meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’ mîtîng li dar xist

Kongra Star li Qamişlo û Girkê Legê 2 mîting li dar xistin û diyar kir ku yekitî û îradeya gelê Kurd li dijî êrişan bûye metala xweparastinê. Kongra Star bang li hemû jin û dostên gelê Kurd kir ku derkevin kolanan û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

31 ÇILE, 2026   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star li nêzîkî Stadyuma 12`ê Adarê ya li Qamişloyê bi dirûşma "Bi îradeya jinên berxwedêr, em şoreş û hebûna xwe diparêzin" mîtîngek li dar xist. Mîtîng ji bo piştgiriya meşa jinan a navneteweyî bi dirûşma "Jin Rojava diparêzin" hat lidarxistin.

Jinên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê, li gel nûnerên sazî û rêxistinên sivîl, beşdarî mîtîngê bûn.

Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û berxwedana qehremanî û berdewam a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a li dijî dagirkerî, qirkirin û zordariyê silav kir.

Rîhan Loqo bang li hemû jinan û dostên gelê Kurd kir ku derkevin kolanan û destkeftiyên şoreşê biparêzin. Mîtîng bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

Kongra Star li bajarê Girkê Legê jî mîtîngek li dar xist. Jinên ji bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa beşdarî mîtînga ku li bazara navendî hat lidarxistin bûn.

Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Emîna Omer got kir ku şoreşa jinan li Rojava ji bo jinan cihê serbilindiyê ye. Emîna Omer bal kişand ser girîngiya berdewamiya piştgirî û parastina vê şoreşê.

Emîma Umer her wiha da zanîn ku yekitî û îradeya gelê Kurd li dijî van êrişan bûye metala xweparstinê û şoreşa jinan dê bibe çavkaniya hêzê û kes dê nikaribe îradeya jinan bişikîne.

Mîtîng bi qîrkirina dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(k)

GIRKE LEGE

QAMISLO