Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir

Kongra Star li Tirbespiyê di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25ˈê Mijdarê de dewreyeke perwerdeyê ji mêran re vekir.

Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir
Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir
Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir
Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir
Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir
15 mijdar, 2024   15:00
QAMIŞLO

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî dewam dikin.

Bi vê boneyê rêxistina Kongra Stra a bajarê Tirbespiyê dewreyeke perwerdeyê ji mêran re vekir.

Dewreya perwerdeyê ku li avahiya PYDˈê ya li bajêr dest pê kiriye, dê 3 rojan dewam bike.

27 mêr ku di saziyên civaka sivîl de dixebitin, dê di nava 3 rojan de waneyan li ser qanûna malbatê, zayendperestî û hevjiyana azad bibînin.

Endama Kongra Star Xedîce Xelef ku dê perwerdeyê bide, li ser girîngiya 25ˈê Mijdarê, ji ajansa me re axivî. Xedîceyê got bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûne xwedî maf û cihê xwe di hemû qadan de digirin.

(ex/bb)

ANHA