Danişîna dadgehê ya ji bo doza Şerîfe Mihemedî hate taloqkirin

‘Pêngava Parastina Şerîfe Mihemedî’ ragihand ku danişîna ji bo dadgehkirina Şerîfe Mihemedî hatiye paşxistin.

Danişîna dadgehê ya ji bo doza Şerîfe Mihemedî hate taloqkirin
15 mijdar, 2024   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvana mafê jinan a ji bajarê Reştê yê Îranê Şerîfe Mihemedî 45 salî ye. Şerîfe Mihemedî di Kanûna 2023’yan de bi hinceta ‘propagandaya li dijî dewletê’ hatibû destgîrkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirabkirin.

‘Pêngava Parastina Şerîfe Mihemedî’ di 10’ê Mijdarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku wê rûniştina dadgehkirina Şerîfe di 14’ê Mijdarê de li şaxa duyem ya Dadgeha Înqilaba Reştê pêk bê.

Pêngava Parastina Şerîfe Mihemedî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku duh dadgehkirina Şerîfe Mihemedî ji ber sedema nebûna dadwer hatiye paşxistin.

Pêngava Parastinê ragihand ku ev yek astengkirina Şerîfe Mihemedî ya ji bo dadgehkirinê ye û di heman demê de binpêkirin a mafên girtiyan e.