Peymana Erebistana Siûdî û DYA’yê û plana Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyan erebî diyar kir ku sinifandina Erebistana Siûdî wek hevalbendeke sereke ya ji derveyî NATOˊyê hevkariya ewlehiyê ya bi Washingtonê re bêyî pabendbûnên parastinê yên rasterast xurt dike. Di heman demê de rojnameyan bal kişand ser zexta zêde ya li ser Ewropayê ji bo fînansekirina şerê Ukraynayê.

Peymana Erebistana Siûdî û DYA’yê û plana Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne
19 mijdar, 2025   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de bal kişand ser sinifandina Erebistana Siûdî wek hevalbendeke sereke ya derveyî NATOˊyê ya DYA’yê, plana aştiyê ya li Xezayê û krîza rûbirûyî Ewropayê ya ji ber şerê Ukrayna-Rûsyayê.

‘SINIFANDINA EREBISTANA SIÛDÎ WEK ‘HEVALBENDÊ SEREKE LI DERVEYÎ NATO’YÊ’ TÊ ÇI WATEYÊ?’

Rojnameya Şerq El Ewset diyar kir ku sinifandina Erebistana Siûdî wek hevalbenda sereke ya li derveyî NATOˊyê, kûrahî û pêşketina hevkariya ewlehî û leşkerî ya di navbera Washington û Riyadê de nîşan dide û îtîrafeke fermî ji bo cihê Siûdiyê wek hevkarekî ewlehî yê hevbeş e. Lê ew pabendbûnek ji bo parastina hevbeş peyda nake wekî ku di rewşa dewletên endam ên NATOˊyê de ye.

Di rojnameyê de hat nivîsandin ku ev sinifandin gelek taybetmendiyan dide Siûdiyê, wekî mafê kirîna teknolojiya leşkerî ya DYA’yê ya pêşketî, hêsanbûna wergirtina çekên wê yên zêde yan jî hatine bikaranîn, derfeta beşdariya di projeyên lêkolîn û pêşketina hevbeş de, piştgiriya darayî ya DYA’yê ji bo projeyên leşkerî, depokirina alavên DYA’yê li xaka Siûdiyê, perwerdeyên hevbeş û hevkariya îstîxbaratî.

Rojnameya Şerq El Ewset destnîşan kir ku çi êrişa li ser Siûdiyê, DYA’yê mecbûr nake ku di aliyê yasayî de pabendî parastina wê be, lê ger peymana parastina hevbeş a diyarkirî hebe, dikare parastina wê bike. Siûdiyê ev sinifandin gaveke girîng ber bi hevkariya stratejîk a berfireh ve ye. Amerîkayê jî diyar kir ku ew pabendî ewlehiya hevbeş a demdirêj li herêmê ye.

‘BIRYARA AMERÎKAYÊ... NEXŞERÊYA NÎŞANEYÊN WÊ BIFIKAR’

Têkildarî mijara Filistînê, rojnameya El Beyan diyar kir ku di Konseya Ewlehiyê de pêşnûmeya avakirina "Meclisa Aştiyê" ji bo birêvebirina demkî ya Xezayê, belavbûna "hêza navneteweyî" ku berpirsê bêçekkirina koman û parastina sivîlan be, pêşkêş kir.

Di rojnameyê de hat destnîşankirin ku erêkirina pêşniyarê ji bo hêzê û meclisê di Îlona 2027ˊan de bi dawî dibe. Di heman demê de rojnameyê da zanîn ku tevgera Hemasê pêşniyara "Meclisa Aştiyê" ya girêdayî plana Trump red kir û aşkera kir ku tu rolekê nade birêvebirina siberojê ya Şerîda Xezayê. Lê Hemasê anî ziman ku ew amade ye tevahî rehîneyan berde û Xeza ji hêla desteya teknokrat a serbixwe ya siyasî ve were birêvebirin.

Li gorî rojnameyê, Trump daye zanîn ku dê di demeke nêz de hêza navneteweyî bigihîne Xezayê û hin dewletan amadebûna beşdariyê nîşan daye, lê bi şertê erêkirinê ji Konseya Ewlehiyê wergirin.

‘ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ EWROPA WESTANDIYE’

Rojnameya El Xelîc di rojeva xwe ya îro de girîngî da krîza rûbirûyî Ewropayê di fînansekirina şerê Ukraynayê de li gel krîza wê ya hundirîn.

Rojnameyê diyar kir ku li gorî texmînên Komîseriya Ewropayê, ji YEˊyê tê xwestin ku ji bo piştgiriya Kîevê di salên bê de bi dehan milyaran peyda bike. Lê dewletên Ewropayê bi xwe jî zehmetiyên deynan û aboriyê dikişînin.

Rojnameyê destnîşan kir ku pêdiviya lêgerîna li fînansekirina şer bi kedeke mezin heye, lê niha ji ber parçebûnên siyasî, krîzên aborî û civakî yên têkilhev bûne, zextên lêçûnên leşkerî ew yek nayê peydakirin. Bi wê re xwepêşandanên berfireh li dijî kêmkirina lêçûnên civakî û şandina pereyan ji bo piştgiriya şerê li Ukraynayê li dar dikevin.

(fr)