Di encama topbarana dijwar a li dijî Xezayê de peywendî qut bûn

Hate ragihandin ku peywendî û înternet li tevahiya Xezayê qut bûn, hemwextî wê artêşa Îsraîlê bi dijwarî herêmên Xezayê topbaran dike.

Di encama topbarana dijwar a li dijî Xezayê de peywendî qut bûn
27 cotmeh, 2023   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda çavdêriyê ya "Net Blox" ragihand ku hemwextî topbarana dijwar a li dijî herêmê, peywendî Xezayê qut bûye.

Têkildarî wê, şîrketa Filistînî ya Cewal li ser rûpela xwe ya Facebook'ê diyar kir ku ji ber topbarana dijwar a Îsraîlê peywendiyên telefonan û înternetê bi temamî qut bûne.

Heyva Sor a Filistînê jî da zanîn ku peywendiyên wan bi odeya operasyonan a Xezayê re bi temamî qut bûn.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikumetê ya Xezayê diyar kir ku desthilata Îsraîlê peywendî û înternet bi armanca pêkanîna "komkujiyan" qut kiriye, her wiha destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê bi awayekî herî dijwar êrişên hewayî û bejayî li dijî tevahiya Xeza û bakurê wê pêk tîne.

Hemwextî wê, berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari diyar kir ku balafirên şer li dijî armancên binerd û binesaziya Xezayê êrişên berfireh pêk anîn û hêzên bejayî jî operasyonên xwe berfirehtir kirin.

Hagari bang li şêniyên Xezayê kir ku ber bi başûr ve birevin.

Her wiha baskê leşkerî yê tevgera Hemasê, tabûrên El Qesam ragihand ku wan mûşek ber bi Esqelan û Esdûd û Til Avîvê ve avêtin.

(mh/şx)