‘Guhertinên îdarî tên kirin, lê siyaset heman e’

Çavdêran bal kişand ser biryara Esed a guhertina parêzgarê Siwêdayê û got Esed dixwaze bide xuyakirin ku wî dest bi bernameya guherandinê kiriye, lê heman siyaset dewam dike.

‘Guhertinên îdarî tên kirin, lê siyaset heman e’
‘Guhertinên îdarî tên kirin, lê siyaset heman e’
‘Guhertinên îdarî tên kirin, lê siyaset heman e’
18 gulan, 2024   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Beşar Esed hefteya borî ji bo guhertina parêzgarên Dêrazor, gundewarên Şamê, Siwêda û Hemayê biryarek da.

Esed di biryara xwe ya nû de Muteqez Teysîr Qetan wek parêzgarê Dêrazorê, Ehmed Îbrahîm Xelîl wek ê gundewarên Şamê, Meen Subhî Ebdû wek ê Hemayê diyar kirin.

Esed her wiha Besam Barsîk ji erka parêzgariya Siwêdayê dûr xist û lîwa Ekrem Elî Mihemed xist şûna wî.

Ekrem Elî Mihemed ku bûye parêzgarê nû yê Siwêdayê, ji bajarokê Hedîde yê Himisê ye. Yek ji fermandarên sereke yên hikumeta Şamê ye ku di rêveberiya îstîxbarata giştî "Rêveberiya Ewlehiya Dewletê" de gelek wezîfe girtine. Ekrem Elî Mihemed di sala 2009’an de ji bo serokatiya ‘Beşa Ewlehiya Dewletê’ ya Helebê hatibû erkdarkirin. Di sala 2013’an de wek serokê ‘Beşa 255’an a Rêveberiya Îstîxbarata Giştî ya Şamê’ li şûna Xesan Xelîl kar kir. Di sala 2016’an de jî wek serokê ‘Beşa Ewlehiya Dewletê li Tertûsê’ hatibû hilbijartin. Di destpêka sala 2019’an de bi pileya lîwatiyê wek cîgirê yekemîn ê rêveberê ’Îstîxbaratên Giştî’ xebitîbû.

Der barê mijarê de rojnamevan û edîtorê malpera ‘Siwêda 24’ Reyan Marûf ji ajansa me re axivî.

Reyan Marûf diyar kir ku ji sala 2020’î ve cara yekemîn e ku hikumeta Şamê parêzgarekî di asta ewlehiyê de ji bo Siwêdayê tayîn dike û beriya wê yekê 3 parêzgar di saziyên sivîl de li du hev ji bo rêvebirina Siwêdayê hilbijartibûn.

Marûf bal kişandser ser girêdana biryara tayînkirina Elî Mihemed bi xwepêşandanên aştiyane ve û got: "Li Siwêdayê ji havîna par ve tevgereke aştiyane heye ku banga çareseriya siyasî û veguhastina aştiyane ya desthilatê dike. Di serdema pergala Esed de xwepêşandanên wiha di aliyê berdewamî û tevlêbûna xurt de çêbûne. Ev biryar piştî ew qas siyaseta paşguhkirinê ku Şamê li hemberî tevgerê meşandibû, hate dayîn. Diyar e ku hikumet êdî bi cidiyet bi çareseriya ewlehiyê difikire, nemaze ku guhertina parêzgar piştî şandina sewqiyatên leşkerî ber bi parêzgehê ve pêk hat.”

Marûf têkildarî nêzîkatiyên nû yên hikumeta Şamê yên li hemberî Siwêdayê wiha axivî: "Rayedarên rejîmê sedemên tevgerên xwe yên dawîn ji şêx û rûspiyên Siwêdayê re şîrove dikin. Dibêje ew ku bi ewlehî û îstiqrara parêzgehê re eleqedar e û hewl dide operasyoneke leşkerî ya berfireh li Siwêdayê pêk bîne. Dibêje mijara tevgerên wê yên dawîn bi tedbîrên ewlehiyê yên diyarker ve girêdayî ye û tu niyetên wê yên xirab li hemberî xwepêşandanên aştiyane tune ne. Lê ew qas sal e rewşa ewlehiyê ya Siwêdayê nehatiye guhertin.”

‘ALOZÎ DÊ KÛRTIR BIBE’

Rojnamevan Reyan Marûf li ser helwesta xwepêşandêran jî got: "Xelk bi israr e ku tevgera aştiyane bi şeklê wê yê şaristanî bidomîne. Bi nêrîna min her êrişek rejîmê ya li dijî tevgera aştiyane, dê rewşa parêzgehê aloztir bike û dê encamên metirsîdar bi xwe re bîne.”

‘NIYETÊN QENC NÎN IN’

Endamê Desteya Siyasî ya Kar a Nîştimanî akademîsyen Cemal Derwîş jî diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hikumeta Şamê tenê bi çavê ewlehiyê li Siwêdayê dinêre û ditirse ku serhildanek ji aliyê kêmneteweyan be çêibe, lewra her tim kesên ji saziyên xwe yên ewlekarî û leşkerî yên ku zorê dimeşînin, ji bo Siwêdayê erkdar dike.

Cemal Derwîş bal kişand ser parêzgarê nû yê Siwêdayê jî û got Ekrem Mihemed ji saziyên ewlehiyê yên dewletê ye, bi tawana sûcên dijî mirovahiyê navê wî di lîsteya cezayan a navneteweyî de heye.

Derwîş bi domdarî got: "Bawer nakim ku niyetên baş li pey tayînkirina parêzgarê nû Ekrem Mihemed hebin, nemaze ku li Siwêdayê tevgereke aştiyane heye. Ev tevger ji bo tevahî sûriyeyiyan mînak e. Her kes piştgiriyê dide vê tevgerê.”

Akademîsyen Cemal Derwîş li ser senaryoyên muhtemel ên ji bo Siwêdayê got: "Tevahî senaryo tên pêşbînkirin. Sedema vê yekê ew e ku rejîm nikare li gel tevgera li Siwêdayê bijî. Lê hîna zû ye ku em li ser vê mijarê hikumekê bidin. Hesabên rejîmê hene. Di heman demê de hesabên xwepêşandêran jî hene; şêwazên zor û zextê çawa be jî dê xwepêşandan dewam bikin. Her du alî zextê dikin. Her aliyek li bendê ye ku aliyê din ji ya xwe were xwarê. Esed dixwaze bide xuyakirin ku wî dest bi bernameyeke îslahê ya li ser astên ewlehî û îdarî kiriye. Bi nêrîna min mesele guhertina cih û kuman e, lê siyaset heman e û dewam dike. Sedema vê yekê ew e ku peyamên destekkirina rejîmê bi hemû hêzan re hene. Bi van peyaman hikumet hîna maye û nayê betalkirin."

(bb)

ANHA