Kongra Star: Bidawîkirina êşên gelên Filistîn û Cihûyan bi tifaqê pêkan e

Kongra Star diyar kir ku pergala netewedewletê êşên mezin ji bo gelên Filistîn û Cihûyan  anîn û destnîşan kir ku bidawîkirina van êşan bi tifaqê pêkan e.

Kongra Star: Bidawîkirina êşên gelên Filistîn û Cihûyan bi tifaqê pêkan e
13 tebax 2024   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star têkildarî komkujiya li Dibistana Tabîn a li Xezayê ku artêşa Îsraîlê 10’ê Tebaxê pêk anîbû û di encamê de zêdetirî 100 filistînî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bibûn daxuyaniyek nîvisîkî parve kir.

Meclisa Kongra Star komkujiya li Dibistana Tabîn bi tundî  şermezar kir û wekî "sûcekî şer ê herî qirêjî” bi nav kir.

Meclisa Kongra Star destnîşan kir ku şerê li Xezayê ji bilî êş û azaran tiştek din ji gelan re tiştek din nayne û hate gotin: " Şerê li Xezayê wê civakan, jin û gelan azad neke. Lê belê xizmeta berjewendiyên desthilata dike û hegemoniya wan diparêze."

Meclisa Kongra Star piştgiriya xwe bi gelê Filistînê û “gelên ji bo edalet û azadiyê tê dikoşin” ragihand û diyar kir ku çareserî bi rêya tundiyan na, lê bi rêya jiyaneke hevbeş û aştiyeke adilane pêk tê.

Kongra Star daxuyan ku pergala netewe dewlet êşên mezin ji gelên Filistîn û Cihû re anî û wiha domand: "Em di wê baweriyê de ne ku azadî bi têkoşîna bi hêz a gel û jinan, bi rêya tifaqa demokratîk û aştiyane pêkan e. Di serî de jinên cîhanê em bang li tevahî gelên bindest û hêzên demokrat dikin ku beşdarî têkoşînê bibin û li hemberî zulmê yekitiyê nîşan bidin."

Meclisa Kongra Star bêdengiya civata navneteweyî û aliyên siyasî ya li hemberî şer û komkujiyan şeremzar kir û ev bang kir: "Li hemberî şer û hovîtiya ku roj bi roj zêde dibe, li hemberî qetilkirina sivîlan divê civata navneteweyî û hêzên siyasî bêdengiya xwe bişkînin. Divê dawî li şer bînin û girîngiyê bidin pêkanîna aştî û edaleteke daîmî. Bêdengiya li hemberî sûcên dijî mirovahiyê nayê qebûlkirin. Divê hesab ji berpirsên komkujiyê re were pirsîn."

(bb)