Jinên Iraqê: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e

Di parlamentoya Iraqê de guhertina zagona Rewşa Kesane ya jimara 188’an a ji nîqaşê re hat vekirin. Jinên Êzidî û yên Iraqê bi awayekî hevbeş biryarê şermezar kirin û diyar kirin ku pêwîst e guhertina guhertina zagonê bê betalkirin.

Jinên Iraqê: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
13 tebax 2024   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên Iraqê bi daxuyaniyeke hevbeş biryara guhertina zagona Rewşa Kesane ya bi hejmara 188 a ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hatiye girtin, şermezar kirin û dan zanîn ku rewakirina zewaca di temenê 9 salî de wê bibe sedema kuştina jin û zarokên keç ya fizîkî, derûnî û civakî de.

Daxuyaniya jinan wiha ye:

“Li parlamentoya Iraqê guhertina zagona Rewşa Kesane ya bi hejmara 188 a sala 1959’an li Iraqê tê nîqaşkirin dixwazin tê de guhertin bên çêkirin. Di zagonên Iraqê de cih ji mafên jinan re tune ye. Zagonên heyî jî azadiya jinan û wekheviya di navbera zayendan de îfade nakin. Hemû zagon bi destên mêr, bi aqilê mêr tên nivîsandin û erêkirin. Guhertina di vê zagonê de jî herî zêde jiyana jinan dixe bin metirsiyê. Zagonên ji bo jin, zarok û mafên wan bi destên mêr tên amadekirin. Yên ku vê nîqaş dikin û didin guhertin jî dîsa mêr in û aqilê dewletê ye.

‘JIYANA ME DI BIN METIRSIYÊ DE YE’

Em guhertina di vê zagonê de ku tê nîqaşkirin weke metirsiya li ser jiyana jinên li Iraqê dijîn dinirxînin û wisa dibînin. Di rewşa heyî de jin bi tu awayî ji bo jiyana xwe, ji bo parastina mafên xwe ne xwedî mafan in. Newekheviya dewletê di navbera mêr û jin de bi zagonên bi vî rengî dide avakirin, ev zêdetir maf dide ku mêr li ser jinan bibin xwedî gotinê. Li Iraqê jî jiyana jinan li her qada jiyanê di bin metirsiyê de ye. Di aliyê siyasî, aborî, perwerde û zagonî de mafên jinan tên binpêkirin. Rewakirina zewaca zarokek keç a 9 salî, êriş û tecawiz e. Di şexsê jinan de destdirêjiya li ser civakê ye. Zewaca zarokek 9 salî kuştina jiyanê ye.   

Guhertina ku di vê zagonê de bê çêkirin wê bi awayekî fermî rê li ber zewaca zarokên keç ên di temenê 9 salî de veke. Rewakirina vê yekê wê bibe sedema kuştina jin û zarokên keç di aliyê fizîkî, derûnî û civakî de.

‘IRAQ LI SER QIRKIRINA JINAN NÎQAŞ DIKE’

Em di sedsal 21’ê de ne, ev sedsala azadiya jinan e. Li tevahiya cîhanê jin bi felsefeya “Jin jiyan Azadî” têkoşînê didin meşandin û li dijî zihniyeta desthilatdar a baviksalar li ber xwe didin. Li şûna ku Iraq guh bide dengê jinên azadîxwaz, berovajî wê li ser qirkirina jinan nîqaş dike û dixwaza pêk bîne. Em guhertina zagonan ji aliyê mêran ve di parlamentoya Iraqê de, êrîşek li dijî têkoşîna jinan dibînin.

‘DIVÊ EV BIRYAR BÊ BETALKIRIN’

Em weke jinên Iraqê vê biryarê bi tundî şermezar dikin. Pêwîst e beriya guhertina vê zagonê were erêkirin demildest bê betalkirin. Em bang li hemû sazî û rêxistinên ji bo mafên jin û zarokan li Iraqê  têdikoşin dikin li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Cihê zarokên keç ên 9 salî, ne zewac, anîna zarokan û mal e. Cihê wan lîstok, park, kolan û dibistan e.”