KONGRA-GEL: Sala 41'ê wê bibe sala têkçûna faşîzm û xiyanetê

KONGRA-GEL diyar kir ku pêvajoya heyî ji bo gerîla û gelê Kurd pêvajoya têkbirina faşîzm û xiyanetê ye û got, "Li ser vî esasî jî pêvajoya azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka gelê Kurd e. Êdî dem hatiye, dagirkerî û xiyanet yê bi hev re têk biçin."

KONGRA-GEL: Sala 41'ê wê bibe sala têkçûna faşîzm û xiyanetê
13 tebax 2024   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi sernavê "Sala 41'ê wê bibe sala têkçûna faşîzm û xiyanetê" salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê bi peyamekê pîroz kir.

Di destpêka peyama de hate gotin, "Em salvegera 40. a Cejna Gerîla di serî de li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, girtiyên zindanan, gelên Kurdistanê û mirovahiya pêşketî pîroz dikin. Bi wesîleya vê cejnê em bi taybetî hemû gerîlayên azadiyê bi hezkirin û bi rêzgirtin silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin.

Di şexsiyeta fermanderê mezin heval Egîd de hemû şehîdên şoreşê bi rêzgirtin û bi minnet bi bîr tînin. Bi vê wesîleyê cejna malbatên şehîdan pîroz dikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin."

'BERIYA 15'Ê TEBAXÊ BÊHÊVÎTÎ Û NEÇARÎ BÛBÛ QEDERA GELÊ KURD'

KONGRA-GEL diyar kir ku beriya pêngava 15'ê Tebaxê li çar parçeyên Kurdistanê bêhêvîtî û neçarî bûbû qedera gelê Kurd û got, "Piştî têkçûna serhildana Agiriyê, dagirkerê Tirk li çiyayê Agirî bi wêneyeke li ser merzelekî bi dirûşma 'Kurdistana xeyalî li vê derê hate definkirin' serketina xwe îlan kiribûn.

Hem serhildanên Kurdistanê serneketin hem jî siyaseta komkujiyê ya ku dagirkeran li ser gelê me dane meşandinê, di nav gel de bêbawerî, tirs û ruhê teslîmiyetê çêdike. Li Kurdistanê siyaseta ji hêza gelê xwe ne bawer û li ser esasê nokeriya dijmin xwe dide jiyîn, li ser vê bingehê çêbû. Li Kurdistanê malbata Barzaniyan temsîla vê xeta xiyanetê dike."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL diyar kir ku pêngava 15'ê Tebaxê li hemberî dagirkeriyê pêngava baweriya ji hêza xwe û ya gelê xwe ye û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê agirê ku li Newrozê Mazlum Dogan vêxist, bi agirên Çar’an gur bû, bi berxwedana 14'ê Tîrmehê bû temsîla ruhê Apogeriyê, bi 15'ê Tebaxê jî ew ruhê fedayiyên Apogeriyê bi çekê gerîla gihîşt çiyayên Kurdistanê. 40 sal e bênavber dewam dike û li ser vê bingehê jî şoreşeke bê emsal e.

'BI PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ RE XWELIYA MIRINÊ JI SER GELÊ KURDISTANÊ HATE AVÊTIN'

Bi pêngava 15'ê Tebaxê ew xweliya mirinê ya ku dagirkeran li ser gelê Kurdistanê raxistibûn, hat paqijkirin. Ew merzelê ku dagirker li ser çiyayê Agirî temsîlî çêkiribû, bi pêngava 15'ê Tebaxê ew bû merzelê hevbeş ê dagirkerî û xiyanetê. Pêngava 15'ê Tebaxê diyar kir ku êdî dîroka Kurdistanê li ser bingeha serketina dagirkerî û xiyanetê dubare nake.

Li ser vî esasî 15'ê Tebaxê li çar parçeyên Kurdistanê bandora xwe çêkir û bû bingeha şoreşeke civakî, bû bingeha arteşbûna jinê. 'Jin Jiyan Azadî' eger îro li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bûye armanca jiyanê, di bingeha wê de ev pêngav heye."

'GERÎLA HÊZA STRATEJÎK E, DIVÊ EM VÊ HÊZÊ TIMÎ MEZIN BIKIN'

KONGRA-GEL destnîşan kir ku artêşa gerîla di vê pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de li ser bingeha 'Modernîteya Demokratîk' bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê bûye hêzeke esasî û bi vî rengî dewam kir:

 "Ji bo serketina pêngava 'Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' hêza herî stratejik bêguman hêza gerîla ye. Ji ber vê yekê jî pêwîstî heye ku em wek gel vê hêza xwe her tim mezin bikin. Bi taybetî keç û xortên gelê me di vê dema pêvajoya têkçûna rejîma faşîst a Tirk û xiyaneta malbata Barzaniyan de pêwîste tevlêbûna gerîla ji bo xwe bikin esas.

Di vê pêvajoyê de ji bo ku têk neçin, li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk û malbata Barzaniyan li hemberî gerîla hemû derfetên xwe seferber kirine. Malbata Barzaniyan wek hêzeke dewleta Tirk, bi hemû derfetên xwe ji artêşa Tirk re xizmetê dike, yanî qedera xwe yek kirine. Malbata Barzaniyan êdî ji xiyanetê jî derbaskirine, bi her tiştên xwe teslîmî dewleta Tirk bûne."

KONGRA-GEL destnîşan kir ku ji bo paşeroja azad a gelên Kurdistanê têkoşîna sala 41'ê ya gerîla gelekî girîng e û got, "Pêwîste gelê me û dostên me li gorî vê rastiyê di vê pêvajoyê de têkoşîna şerê şoreşgerî ya gel bilind bikin û li ser vî esasî jî bibin bersiva gerîlayên azadiyê.

Ji bo bersîvdayîna li vê pêvajoyê, bi taybetî jî li qada civakî li ser şaxên neteweya demokratîk pêwîste xebatên avakirina civakî bi aliyên hemû pêkhateyên pergalê ve esas bêne wergirtin.

'EV PÊVAJO JI BO GERÎLA Û GELÊ ME PÊVAJOYA TÊKBIRINA FAŞÎZM Û XIYANETÊ YE'

Ev pêvajo ji bo gerîla û ji bo gelê me pêvajoya têkbirina faşîzma dewleta Tirka û xiyaneta malbata Barzaniyan e. Li ser vî esasî jî pêvajoya azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka gelê Kurd e. Êdî dem hatiye, dagirkerî û xiyanet yê bi hevre têk biçin. Bila sala 41 bibe sala têkçûna faşizm û xiyanetê.

Bi vê bîr û baweriyê em di têkoşîna sala 41. de ji bo gerîlayên azadiyê û ji bo şerê şoreşgerî ya gel re serketinê dixwazin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin."