Parêzeran yekrêziya kurdî silav kir

Yekitiya Parêzeran yekrêzî û yekhelwesta kurdî wekî "gaveke rasteqîn ber bi sazkirina hevpeymaneke civakî ya nû ku bibe bingeha projeyeke yasayî ya demokratîk" nirxand.

Parêzeran yekrêziya kurdî silav kir
27 nîsan, 2025   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava ku duh li Qamişloyê hatibû lidarxistin, de daxuyaniyek weşand.

Yekitiya Parêzeran di daxuyaniyê de yekitî û yekrêziya helwesta Kurdên li Rojava pîroz kir û piştgiriya xwe nîşan da.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Em vê yekrêziyê wekî dergeheke rasteqîn ê ber bi sazkirina hevpeymaneke civakî ya nû ve dibînin. Ev  jî ku bibe bingeha projeyeke destûrî ya demokratîk ku mafan biparêze, rêgezên hemwelatîbûnê, edaleta civakî û serdestiya yasa bisepîne. Ev gava pîroz temsîla pratîkî ya îradeya azad a civakê dike û bersivek e ji bo xwestekên gelê Sûriyeyê ji bo avakirina dewletek demokratîk, piralî û nenavendî ku rûmeta mirovan diparêze û yekitîya civakê bi hemû pêkhate û cihêrengiya wê diparêze.

Wekî saziyek profesyonel me di salên borî de bi dilsozî ji bo piştgiriya saziyên dadwerî û xurtkirina serdestiya hiqûqê xebitiye. Ji bingeha berpirsiyariya me ya yasayî û exlaqî, em piştgiriyê didin her hewldanek neteweyî ya ji bo yekrêzî ku dawî li polîtîkayên dûrxistin û paşguhkirinê bîne û edalet û wekheviyê bi dest bixe.

Em vê yekrêziyê wek gaveke stratejîk dibîne ku rêyeke neteweyî ya berfireh ava dike, çarçoveyek ji bo avakirina Sûriyeyeke nû li ser bingeha azadî, pirrengî, demokrasî û nenavendîbûnê peyda dike - dewletek ku hemû welatiyên xwe bê cudahî hembêz dike, her wiha serweriya hiqûqê wek garantiyek ji bo parastina maf û azadiyên giştî misoger dike.

Di dawiyê de, em soz didin gelê xwe ku em ê xebata xwe ya bêwestan ji bo xizmetkirina armancên edalet û heqiyê bidomînin û bi bandor beşdarî avakirina civakek demokratîk û azad bibin.”

(bb)

ANHA