QSD`ê êrişa çekdarî ya li Dêr Hafirê bersivand

Balafireke bêmirov a çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bendeke QSD`ê li herêma Dêr Hafirê bombebaran kir. QSD`ê jî êriş bersivand.

QSD`ê êrişa çekdarî ya li Dêr Hafirê bersivand
20 îlon, 2025   19:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku balafireke bêmirov a çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, ber vê êvarê, bendeke leşkerî ya QSD`ê li Dêr Hafirê bombebaran kir. Lê ti windahiyên canî yan jî madî çênebûn. 

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me bersiva jêderên êrişê da. Di encamê de erişker vekişiyan. Amadekariyên hêzên me di asta herî bilind de ye. Bersiva me li her kesê yan jî aliyê êriş navend û şervanên me dikin, dê cidî be.”

(şx)