Konferansa Sosyolojiya Azadiyê bi dawî bû

Di dawiya konferansa Sosyolojiya Azadiyê de gelek biryarên pêşxistina xebatên perwerdekirina jinan, pêşxistina rewşa aborî ya jinan û bidawîkirina tundiya li dijî jinan, hatin dayîn.

Konferansa Sosyolojiya Azadiyê bi dawî bû
Konferansa Sosyolojiya Azadiyê bi dawî bû
Konferansa Sosyolojiya Azadiyê bi dawî bû
Konferansa Sosyolojiya Azadiyê bi dawî bû
Konferansa Sosyolojiya Azadiyê bi dawî bû
Konferansa Sosyolojiya Azadiyê bi dawî bû
2 cotmeh, 2024   19:01
HESEKÊ

Konferansa Sosyolojiya Azadiyê bi dirûşma "Çareserkirina pirsgirêkan misogeriya azadiyê ye" bi beşdariya çalakvan û endamên rêxistinên jinan û saziyên sivîl ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket. Konferans ji aliyê Kongra Star ve di çarçoveya pêngava cîhanê de ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li xwaringeha Marbêla ya bajarê Hesekê, hat lidarxistin.

Di serî de berdevka Kongra Star Reyhan Loqo peyama destpêkê xwend. Piştre endama Kongra Star Heyat El Umerî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin.

 Di konferansê de belgefîlmek li ser jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

Her wiha tê de encamên giştpirsîna li ser pirsgirêkên civakî yên jinan a ku ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star ve hatibû pêkanîn, hatin parvekirin. Di giştpirsînê de gelek dozên wekî tundî, kuştin, zewicandina zarokan, pirkirina jinan û zayendperestî cih girtin.

 Der barê encamên giştpirsînê de nîqaşên berfireh hatin kirin.

Di encama nîqaşan de biryar wiha hatin dayîn: vekirina perwerdeyan ji ciwanan û temenmezinan re. Komîn bibe cihê vekirina perwerdeyan. Lidarxistina civînên girseyî. Berfirehkirina xebatên komeleyên komînal (kopratîf) ji bo pêşxistina aboriya jinan. Zanakirina jinan û pênasekirina dîroka wan û siyasetên qirker ên li dijî wan. Girankirina cezaya aliyên ku jinan ji bo xwekuştinê han didin.

(mh)