Konferansa sîstema hevserokatiyê bi encamnameyekê bi dawî bû

Konferansa taybet bi sîstema hevserokatiyê bi gelek encamnameyên girîng bi dawî bû, weke pêwîstiya pêşxistina vê sîstemê, pejirandina wê û xebitîna li ser giştîkirina wê li tevahî Sûriyeyê.

Konferansa sîstema hevserokatiyê bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa sîstema hevserokatiyê bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa sîstema hevserokatiyê bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa sîstema hevserokatiyê bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa sîstema hevserokatiyê bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa sîstema hevserokatiyê bi encamnameyekê bi dawî bû
23 hezîran, 2025   17:27
QAMIŞLO

Kongra Star konferansek taybet bi sîstema hevserokatiyê Ii parka Azadî ya Qamişloyê, bi amadebûna 300 kesayet û nûnerên ji rêxistinên jinan, leşkerî, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rêxistinên Civaka Sivîl, organîze kir.

Destpêkê perspektîfên Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ên li ser teşe û girîngiya sîstema hevserokatiyê, sedem û pêwîstiya pêkanîna wê, ji aliyê endama Kongra Star Reyhan Loqo ve hatin xwendin.

Piştre beşdaran nêrînên li ser sedemên pêkanîna sîstema hevserokatiyê û pêwîstiya wê, her wiha li ser erênî û nerêniyên wê ji destpêka pêkanînê ve nîqaş kirin.

Beşdaran tecrûbeyên xwe yên zindî di sîstema hevserokatiyê de pêşkêş kirin, her wiha beşdaran rola sîstemê di avakirina jiyaneke li ser bingeha edalet û wekheviyê de, dûrî nijadperestî û dûrxistinê de, ku tê de mêr û jin di tevahî waran de wekhev be, nirxandin.

Her wiha hat destnîşankirin ku vê sîstemê, bi rêya beşdariya di biryardanê de, guhertina zihniyeta baviksalarî, xurtkirina rola jinan û piştgiriya wê ya girîng di civakê de, xebata saziyane bi pêş xist.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku pêwîstî bi pêkanîna modela hevserokatiyê di tevahî saziyan de heye, xebat li ser pêşxistin û pêkanîna wê ji bo giştîkirina wê li tevahî Sûriyeyê were kirin, komîteyên şopandina encamnameyên konferansê werin avakirin. Li kêlek van jî atolyeyên xebatê û semîner, ji bo şîrovekirina sîstemê û têgihîştina wê li ser asta civakî, werin lidarxistin, dewreyên perwerdeyê ji hevserokaran re li ser çawaniya pêkanîna sîstema hevserokatiyê bi awayekî mezin, werin birêvebirin û zêdekirin. Ya girîng jî divê rola jinan a pêşeng di ber çavan re were girtin, ji ber ku wê tê koşiya, fedakarî kir, civakeke azad, demokrat û jîngehî, ava kir.

Ev konferans di çarçoveya xebatên pênasekirina sîstema hevserokatiyê de, ku ji hêla Kongra Star ve tên organîzekirin, hat lidarxistin.

Ev sîstem, stûna sereke ya sîstema neteweya demokratîk e ku wekhevî, edalet û demokrasiyê di nav xwe de dihewîne, her wiha zemînekê ji bo avakirina jiyana komînal, azad, demokratîk û ekolojî ya bi pêşengtiya jinan pêk tîne.

(mh/fr)

ANHA