Konferansa Jineolojî: Civaka komînal wê bi têkoşîna jinan were avakirin

Di roja 2’yan a Konferansa Jineolojiyê ya Ewropa de avakirina civaka komînal a demokratîk hate nîqaşkirin. Dilar Dîrîk desnîşan kir ku divê astengiyên zihniyetê bên derbaskirin. Meral Çîçek jî got, civaka demokratîk bi têkoşîna jinan dibe.

Konferansa Jineolojî: Civaka komînal wê bi têkoşîna jinan were avakirin
17 cotmeh, 2026   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa Jineolojiyê ya têkildarî nexşerêya dema nû, lî bajarê Haelen ê Hollandayê dewam dike. Di roja 2’yan a konferansê de ku nêzî 150 delege beşdar bûne, avakirina civaka demokratîk a komînal, veguherîna îdeolojiya rizgariya jinê ber bi hêza polîtîk ve û pêşxistina rêxistinbûna civakî hate nirxandin.

 Ji xeynî xebatkarên Jineolojiyê, meclîsên jinan û nûnerên rêxistinên komînan, saziyan, çapemeniyê, bawerî, çand-hunerê û dayik tevlî konferansê bûn. Di roja 2’yan a konferansê de têkildarî rêxistinbûna dema nû nîqaş hatin kirin.

 Di rûniştina duyem a bi sernavê “Avakirina Civaka Demokratîk a Komînal: Di derbasbûna ji Îdeolojiya Rizgariya Jinê ber bi Polîtîkbûna Rizgariya Jinê ve de rola Jineolojiyê” de akademîsyen Dilara Dîrîk, Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Meral Çîçek û endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya semîner dan. Piştî semîneran delegeyan têkildarî pêşxistina rêxistinbûna civakî nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.

 Akademîsyen Dilar Dîrîk têkildarî sosyalîzma reel semînerek da û bal kişand ser astengiyên zihniyetê ya li pêşiya veguherîna civakî û lêgerînên rêxistinbûna nû.

 Dilar Dîrîk diyar kir ku divê fêrbûnên heyî û zihniyeta sîstema mêrê desthilatdar were derbaskirin û îfade kir ku sosyalîzma reel ji ber ku rastiya xwe lêpirsîn nake, çêkerên hiyerarşîk ava dike.

 Dilar Dîrîk destnîşan kir ku civak divê tevlî pêvajoyê biryardayînê bibe û ji bo pêdiviyên xwe alternatîfan pêş bixe.

Dilar Dîrîk bilêv kir ku kooperatîf û aboriya alternatîf were pêşxistin û got, ji bo pêşxistina rêxistinbûnên nû divê jiyana komînal bi kelecan û afirêneriyê were nirxandin.

 BANGA RÊXİSTİNBÛNÊ

 Bi moderatoriya endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya nîqaş hatin kirin û behsa şopandina encamên xebatên perwerdeyê, derbaskirina nêzîkatiyên hiyerarşîk û burokratîk, tevlîbûna ciwanan a rêxistinbûnan û avakirina têkiliyên demokratîk hate kirin.

 Di nîqaşan de pêşniyar hate kirin ku ji bo pêdiviyên ciwanan û zarokan bername bên pêşxistin, rêxistinbûn were mezinkirin û xebatên perwerdeyê bên domdarkirin.

 DİVÊ HÊZA RÊXİSTİNKİRÎ WERE BİDESTXİSTİN

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Meral Çîçek bi sernavê “Îdeolojiya Rizgariya Jinê wê çawa veguhere hêzeke polîtîk a rêxistinkirî; Jineolojî di vê veguherînê de bi kîjan zanist, rêbaz û amûran cih digire?” semîner pêşkêş kir. Di semînerê de avakirina civaka komînal a demokratîk û rola azadiya jinê ya di vê pêvajoyê de hate nirxandin.

Meral Çîçek diyar kir ku ji destpêka tevgera azadiyê û vir ve jiyana komînal di bingehê feraseta rêxistinbûnê de cih digire û got, civaka komînal a demokratîk di roja me de girîngiyeke hîn mezintir bi dest xistiye.

Meral Çîçek bilêv kir ku sîstema kapîtalîst girêdanên civakî lewaz kiriye û destnîşan kir ku ji bo parastina nirxên civakî, jiyanê û siberojê divê rêxistinbûna komînal were xurtkirin.

 Meral Çîçek bal kişand ser geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn û îfade kir ku gelê Kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe pêdivî bi rêxistinbûneke xurt dibîne.

 VEGUHERÎN Bİ TÊKOŞÎNA JİNÊ PÊAN E

 Meral Çîçek, diyar kir ku di kurbûna pirsgirêkên civakî de qelsbûna rêxistinbûnê bi bandor e. Meral Çîçek, bal kişand ku li hemberî tundî, xwekujî, krîza aborî, pirsgirêkên nasnameyê yên ciwanan û windakirina nirxên çandî divê torên piştevanî bê xurtkirin.

 Meral Çîçek, diyar kir ku misogeriya bingehîn a jiyana civakî exlaq e û destnîşan kir ku nabe têgeha exlaqê bi têgihiştina "namûsê" ya mêrserwer re bê tevlîhevkirin. Çîçek got: “Mebesta me ji exlaqê; pîvanên jiyaneke baş, bedew, rast û azad e.”

RÊXİSTİNKİRİNA KOMÎNAL

 Meral Çîçek, destnîşan kir ku divê rêxistinbûna komînal a demokratîk vîna civakê esas bigire û got ku nîqaşa hevpar, biryardana bi hev re û pêkanîna biryaran a bi pêşengiya jin û ciwanan divê bibe pîvan.

JİNEOLOJÎ Jİ NÛ VE AVAKİRİNA CİVAKÊ YE

 Çîçek, anî ziman ku divê jin ne tenê di asta nûnertiyê de, bi fikir û şêwaza jiyana xwe jî tevlî veguherîna civakî bibin. Çîçek, her wiha diyar kir ku Jineolojî di ji nû ve avakirina civakê de bingehê zanistî û îdeolojîk ê girîng e û destnîşan kir ku divê azadiya jinê di jiyana rojane û têkiliyan de cih bibe.

 Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya, jî got ku di avakirina civakeke nû de divê ramana dogmatîk bê derbaskirin û hilberîna zanîna hevpar bê pêşxistin. Kaya, diyar kir ku Jineolojî dikare têkoşîna hevpar û piştrevaniyê ya di navbera jinên welatên cuda de xurt bike.

 PÊŞNİYARÊN DELEGEYAN

 Di konferansê de delegeyan anîn ziman ku divê azadiya jinê bibe hêzeke siyasî û şêwaza rêxistinbûnê yên heyî bên pêşxistin. Pêşniyar hat kirin ku qadên hevdîtinê yên jinan bên zêdekirin û xebatên ku beşên cuda yên civakê digire nava xwe, bên dewlemendkirin.

 Her wiha hat diyar kirin ku li hemberî tundiya li ser jinê û qirkirina jinan divê komîteyeke taybet bê avakirin. Hat pêşniyarkirin ku ji bilî civaka Kurd, ji bo beşên cuda yên civakê jî xebat bên xurtkirin.

 Rûniştina duyemîn a Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bi nirxandin û pêşniyarên ji bo rêxistinbûna demê bi dawî bû. Hat ragihandin ku konferans dê bi rûniştina sêyemîn berdewam bike.