Li kampa Holê hevjîna serçeteyekî û zarokên wê hatin revandin

Hevserokê Rêveberiya Kampa Holê diyar kir ku hevjîna serçeteyekî DAIŞ`ê ya ji Îtalyayê û 2 zarokên wê ji kampê hatine revandin.

Li kampa Holê hevjîna serçeteyekî û zarokên wê hatin revandin
27 nîsan, 2024   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 23`yê Nîsanê, operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê li dar xistibû. Di encamê de 25 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê girtin û gelek çek desteser kirin. 

Hevserokê Rêveberiya Kampa Holê Xorşîd Qero têkildarî rewşa li kampê ji ajansa me re axivî.

Xorşîd Qero diyar kir ku piştî bidawîkirina pêvajoya sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, tu bûyereke kuştinê li kampê rû neda û got: "Lê di beşa “Muhacîrat” de hema bêje her şev jinên navê Husbe li xwe dikin derdikevin kolanan da ku jin û zarokan bitirsînin.”

Qero behsa bûyerekê kir ku hefteya borî di beşa Muhacîrat de rû daye kir û ev agahî da: "Di çend rojên dawîn de, hewldanek hebû ku zarokeke keçîn bikujin, lê  zarok reviya û xwe gihand Hêzên Ewlekariya Hundirîn."

Her wiha Qero diyar kir ku tundrawiya di beşa ’Muhacîrat’ de hîna berdewam e û wiha domand: "Rojane jin û zarok êrişî navendên rêxistinên di kampê de dikin û tiştên tê de didizin. Hevjînên çeteyên DAIŞ`ê û zarokên wan rojane hewl didin birevin."

Qero aşkera kir ku jineke DAIŞ`î ya îtalî û 2 zarokên wê ji kampê reviyane û ev agahî da: "Ji beşa Muhacîrat jinek û 2 zarokên wê bi alîkariya karmendên Nexweşxaneya Xaça Sor a Navneteweyî hatine revandin. Li gorî agahiyan, jin îtalî ye hevjîna serçeteyekî DAIŞ`ê ye."

Xorşîd Qiro der barê rewşa beşên din ên kampê de da zanîn ku piştî her sê qonaxên Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, rewş hinekî aram e.

Kampa Holê kampa herî xeternak li cîhanê ye. Li gorî  rêveberiya kampê  di kampa Holê de hezar û 953 penaberên iraqî, 16 hezar û 779 koçberên sûriyeyî, 6 hezar û 461 penaberên biyanî û 11 kesên ku nasnameya wan nediyar in, bi giştî 42 hezar û 781 kes hene.

Xorşîd Qero  destnîşan kir ku operasyona Mirovî û Ewlehiyê di tunekirina xetereyê û tundrawiya li beşên din ên kampê de roleke mezin list û diyar kir ku di encama operasyonê de gelek çek hatin desteserkirin û gelek şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê 27`ê Çileyê dabû destpêkirin. Di operasyonê de 85 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin, miqdarên mezin ên çek û cebilxaneyê hatin desteserkiribûn û gelek jêrzemîn û tunelên hatin rûxandin.

(şx)

ANHA