Li Qamişlo komxebata Înîsiyatîfa Gel a Serbixwe ya Kurdî

Komxebata bi sernavê “Geşedan û bandorên wê li ser hebûna Kurdan û mafê wan ê rewa” bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, li Qamişloyê dest pê kir.

Li Qamişlo komxebata Înîsiyatîfa Gel a Serbixwe ya Kurdî
Li Qamişlo komxebata Înîsiyatîfa Gel a Serbixwe ya Kurdî
Li Qamişlo komxebata Înîsiyatîfa Gel a Serbixwe ya Kurdî
Li Qamişlo komxebata Înîsiyatîfa Gel a Serbixwe ya Kurdî
Li Qamişlo komxebata Înîsiyatîfa Gel a Serbixwe ya Kurdî
19 kanûn, 2024   12:49
QAMIŞLO

Komeke çalakvanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi navê Însiyatîfa Gel a Serbixwe ya Kurdî û bi sernavê “Geşedan û bandorên wê li ser hebûna Kurdan û mafên wan ên rewa” li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê komxebatekê organîze dikin.

Di komxebatê de çalakvanên siyasî û civakî, rewşenbîr, nivîskar, tevgerên siyasî yên kurdî, nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) amade ne.

Li gorî komîteya amadekar a komxebatê dê di komxebatê de der barê ‘guhertinên li Sûriyeyê, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, heta niha çima lêvegereke kurdî nehatiye avakirin?’ nîqaş bên kirin.

Komxebatê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

(sb)

ANHA